Ji bo Lûtkeya G20ê tedbîrên ewlekariyê li Buenos Airesê hatine zêdekirin

29-11-2018
RÛDAW
Lûtkeya G20ê ya li Buenos Airesê bi beşdarbûna bi hezaran kesan sibê dest pê dike
Lûtkeya G20ê ya li Buenos Airesê bi beşdarbûna bi hezaran kesan sibê dest pê dike
Nîşan Lûtkeya G20 Arjantîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya G20 ya li Buenos Airesê bi beşdarbûna bi hezaran sibe dest pê dike. Hebûna beşdarbûna kesên zêde bi xwe re xetereyên ewlehiyê jî tîne.

 

Lûtkeya G20 li Buenos Aires a Arjantînê tê sazkirin. Ji xeynî serkirdeyên welatên grûpê, bi dehan kesayetiyên din ên girîng jî amade dibin. Hejmara giştî ya wan kesên ku beşdarî civînê dibin û bo vê mebestê dighin Buenos Aires digihe 15 hezar kesan, ligel nêzîka 3 hezar rojnamevan ku ji bo şopandina lûtkeyê amade dibin.


Pêdiviya vê hejmara zêde û kesayetiyên girîng bi tedbîrên ewlekariyê yên tund heye. Ev erk jî raspardine 24 hezar hêzên ewlekariyê. 22 hezar hêzên ewlekariyê yên Arjantînê û 2 hezar jî hêzên zêrevanî yên welatan. Ev hêz ji parastina silametiya mêvanên civînê û akinciyên bajêr berpirs in.


Di nav van hêzan de tîmên pûçkirina teqemenî û rûbirûbûna maddeyên hoşber jî hene. Beşek ji akinciyên bajêr bi sazkirina civînê li bajarê wan kêfxweş in û mane ecêbmayî.


Derbarê vê yekê de Akinciya Buenos Airesê Margarita Hicker  wiha got: “Bi baweriya min ev tiştekî balkêş e ku lûtke li vî welatî tê sazkirin, em hêvîdar in tiştek neqewime."


Lê hemû wiha nafikirin, ji ber van tedbîrên ewlekariyê hinek astengî ji çûn û hatina nav bajêr re derxistine û ji ber betlanê jî hinek naçin ser karên xwe. Rexnegir vê yekê wek pêwîst nabînin, ji ber van civînan wek bûyereke cîhanî dibînin, ne niştimanî.


Akinciyê Buenos Airesê Cristian jî got: “Şepirzeyiyek heye, bû sedem ku neçim ser karê xwe, ji ber wan ev kiriye betlaneya bizorê, ez ne ligel im, kes ne ligel e. Ew vêna bo leyistikên klasîkî wek River-Boca nakin di demekê de ew hemû tiştên diqewimin û tiştekî gelekî niştimanî yê din e jî bo me."


Buenos Aires bajarekî 3 milyon kesî ye, bi ser 6 zonan de hatiye dabeşkirin û tedbîrên ewlekariyê yên dijwar ji zonekê yan navçeyekê bo navçeyeke din cuda ye, ev yek jî li ser bingehê cihê civînan, cihê mana serkirdeyên welatan li wî bajarî hatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst