VÎDEO/RÛDAW TAYBET – Malezya biheşta geştiyariyê ye

29-11-2017
RÛDAW
Malezya
Malezya
Nîşan AMlezya Geştiyarî Baxçe Balinde
A+ A-

Kûala Lampûr (Rûdaw) – Kerta geştiyariyê yek ji kerta sereke ya aborî ya Malezyayê ye. Giringiya vê kertê jî ji ber ciwaniya sirûşt, berhemanîn û pêşkeşkirina xizmetguzariyeke baş a ji bo geştiyaran e.

 

Welatê Asyayê Malezya, weke biheşta geştiyaran e. Li paytext Kûala Lampûrê du baxçeyên ajelan, cihên sereke yên serdana geştiyaran in.

 

Baxçeya Perperokan cihekê balkêş a geştiyariyê ye. Ev baxçe di nava daristaneke biçûk de hatiye avakirin, ku 15 hezar curên dar, gûl û kûlîlkan û zêdetirî 6 hezar perperokan di nav de ne.

 

Li gorî amaran hersal zêdetirî 58 hezar geştiyar serdana vê baxçeyê dikin.

 

Herwiha Baxşeya Balindeyan jî ciheke din ê balkêş e. Baxçeya Balindeyan a Kûala Lampûrê, mezintirîn baxçeya vekirî ya cîhanê ye, ku zêdetirî 3 hezar balinde û 200 curê ciyawaz a teyr û tûran di nav de dijîn.

 

Ciyawaziya di navbera vê baxçeyê û bexçeyên din de ew e, ku balinde bi azadî difirin û ne di nava qefesan de ne. Ji lewra geştiyar gelek serdana vê deverê dikin.

 

Geştiyar jî dibêjin, xizmeta ji geştiyaran re li Malezyayê di asteke bilind de ye. Lewma di dema serdana vî welatî de hest bi aramî û dilxweşiyê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst