Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte diyar kir ku leşkerên Koreya Bakur ji bo tevlî şerê Kurskê bibin çûne Rûsyayê.
Rûsyayê jî diyar kir ku di navbera wê û Koreya Bakur de rêkefina parastinê heye.
Mark Rutte di konferanseke rojnamegeriyê de behsa şerê Ukrayna û Rûsyayê kir û da zanîn ku ji 24ê Sibata 2022yan heta niha 600 hezar leşkerên Rûsyayê di şer de mirine.
Rutte, eşkere kir ku leşkerên Koreya Bakur ji bo tevlî çeperên şerê Kurskê bibin û li dijî hêzên Ukraynayê şer bikin çûne Rûsyayê.
Mark Rutte çûna leşkerên Koreya Bakur a Rûsyayê wekî “bêçareyiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin” şîrove kir.
Li gorî Mark Rutte Putin êdî bêyî alîkariya derve nikare Şerê Ukraynayê bidomîne
Mark Rutte da zanîn ku Koreya Bakur bi bihayê milyon dolaran cebilxane, mûşekên balîstîk, teslîmî Rûsyayê kirine û hewl dide li Ewropayê şerekî mezin derkeve.
"Ewlehiya Ukraynayê ewlehiya me ye"
Mark Rutte hevkarî û "hevpeymaniya Koreya Bakur û Rûsyayê ya leşkerî" şermezar kir û bangî "welatên demokratîk" kir ku Ukraynayê biparêzin.
Mark Rutte amaje bi wê yekê kir ku dê alîkariyên ku NATO dide Ukraynayê berdewam bikin û wiha got:
"Hevpeymanên NATOyê dê alîkariyê bidin Ukraynaya azad û demokratîk û dê piştgiriya wan berdewam bike çimkî ewlehiya Ukraynayê ewlehiya me ye.”
Ajansa Yonhapê ya Koreya Başûr beriya bi hefteyekê diyar kiribû ku wan piştrast kiriye ku Koreya Bakur 3 hezar leşker şandine Rûsyayê.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî diyar kiribû ku wan piştrast kiriye û belge di destê wan de hene ku leşkerên Koreya Bakur li Rûsyayê ne.
Lloyd Austin eşkere kiribû ku heta niha wan piştrast nekiriye ku leşkerên Koreya Bakur li Rûsyayê çi dikin.
Rûsya: Di navbera me û Koreya Bakur de peymana parastinê heye
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiv da Mark Rutte û da zanîn ku ew guh nadin gotinên NATOyê.
Sergey Lavrov da zanîn ku di meha hezîranê de wan bi Koreya Bakur re peymana parastinê îmze kiriye.
Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku leşkerên Rojava û pisporên leşkerî yên Rojava ji bo perwerdehiya Artêşa Ukraynayê demeke dirêj e li Ukraynayê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse