Li Makedonyaya Bakur 59 koçberên Îraqî û Sûriyeyî hatin girtin

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Makedonyaya Bakur Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Makedonyaya Bakur 59 koçberên Îraqî û Sûriyeyî hatin girtin

Polîsê Makedonyayê ragihand ku li başûrê wî welatî 77 koçber dîtine, 7 Iraqî, 52 Sûriyeyî, 5 Tirkiyeyî û du Hindistanî bûne.

Herwiha 7 Pakistanî desteser kirine ku guman heye qeçaxçî bin.

Polîs ragihand ku derengê şeva Pêncşemê, hatine agahdarkirin ku komeke qerebalix a xelkê li bajarê Negorci yê li başûrê welat hatiye dîtin.

Polîsên Makedonyaya Bakur guman dike ku wan heft Pakistaniyan ew koma koçberan bi awayekî neyasayî ji Yunanistanê biribin nav sînorê wî welatî û bi wê tohmetê hatine desteserkirin.

Ev yekem koma koçberan bû ku wiha qerebalix di çend mehên borî de çûbin nav sînorê Makedonyaya Bakur.

Koçber ji bo navendeke pêşwazîkirina koçberan ya li bajarê Gevgelija yê ser sînor hatine veguhestin.

Li gorî polîs, di şeş mehên destpêkê yên 2023yan de bi giştî rê li ber 5 hezar û 280 koçberan hatiye girtin ku biçin nav Makedonyaya Bakur.

Piraniya wan li ser sînorê başûrê welat ligel Yunanistanê hatine vegerandin.

Ew hejmar li gorî şeş mehên destpêkê yên sala borî ji sedî 43 kêm bûye û sedema sereke jî ew e ku çavdêriya li ser sînorên Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Ajansa Zêrevanên Sînor û Peravên Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ve hatiye tundkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst