Besam Ishaq: Ji bo Amerîkayê girîng e kî Efrînê kontrol dike

29-10-2022
RÛDAW
Besam Ishaq dibêje wan daxwaz ji Amerîka kiriye êrîşên dronan yên Tirkiyê rawestîne
Besam Ishaq dibêje wan daxwaz ji Amerîka kiriye êrîşên dronan yên Tirkiyê rawestîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li Washingtonê Besam Ishaq derbarê rewşa Efrînê ragihand ku  “Rewşa Efrînê ji Amerîka re bûye cihê dilgiraniyê.”

Endamê Serokatiya MSDê li Washingtonê Besam Ishaq ji Rûdawê re derbarê rewşa Efrînê de axivî û got: “Rewşa Efrînê ji Amerîka re bûye cihê dilgiraniyê ji ber ku girîng e li cem Amerîka, kî Efrînê kontrol dike û birêve dibe.”

Besam Ishaq dibêje jî, Tirkiyê dixwaze grûpên bihêztir li Efrînê hebin da ku di danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re, karteke bihêz be di destê wê de.

Derbarê êrîşên bi dronan yên Tirkiyê de jî Besam Ishaq diyar kir ku wan bi berdewamî li Washingtonê û Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Amerîkiyan kiriye ku çareseriyek ji bo vê rewşê bê dîtin.

 Besam Ishaq da zanîn ku  hinek caran êrîş kêm dibin, lê ev yek bi yekcarî nehatiye çareserkirin û wiha got: “Rewşa Efrînê li vir li Waşintonê bûye sedema dilgiraniyeke mezin, ji ber ku pir girîng e Amerîkî li Efrînê grûpa Tehrîr El Şam kontrol nekin.  Rewşa Efrînê wekî ku me fêm kiriye ne rewşeke baş e, li Efrînê paqijiyek neteweyî pêk hatiye, binpêkirinên li dijî mafên mirovan hatine kirin û di navbera komên çekdar ên cuda de şer hatiye kirin, lewma ev ne rewşeke ku karibe dewam bike ye.  Bêguman li ser rewşa heyî gotûbêj hatine kirin. Wekî ku me fêm kiriye Amerîka daxwaz kiriye ku Heyeta Tehrîr El-Şam ji Efrînê were derxistin, lê xuya ye ku di vê demê de Tirkiye meyla wê heye ku komeke leşkerî ya bihêztir li bakurê rojavayê Sûriyê hebe da ku karteke wan a xurttir hebe dema danûstandinan bi rêjîma Şamê re dike.”

Ishaq herwiha diyar kir ku dibe ku Tirkiye jî dixwaze komên çekdar ên di bin kontrola xwe de xurt bike û yekîtiya wan pêk bîne da ku wan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi kar bîne, ku ev yek jî dê bibe sedema dilgiraniya hikumeta Amerîkayê, ji ber ku HSD şirîkê sereke yê leşkerî yê Hevpeyvmaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ye.

Di berdewamiy axavtina xwe de Ishaq got: "Çalakiyên DAIŞê piştî têkbirina xîlafeta wê berdewam bûn. Rast e DAIŞ ji aliyê leşkerî ve rastî şkestinê hat, lê nayê wê wateyê ku tevgerên wê rawestiyane, ev yek eşkere bû dema DAIŞê di destpêka vê salê de êrîşî girtîgeha Hesekê kir û bi hezaran çekdar tê de hebûn. Ji ber vê yekê şerê li dijî DAIŞê ranewestiya ye û neqediya ye. Amerîka jî pir dizane ku HSD dema ku li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê şer dike pêwîstiya wê bi şer a bi komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê re nîne.”

Endamê Serokatiya MSDê li Washingtonê Besam Ishaq di heman demê de eşkere kir ku wan daxwaz ji Amerîka kiriye êrîşên dronan yên Tirkiyê rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst