Malbatên qurbaniyên êrîşa ser Mezargeha Şah Çirax daxwaza tolhildanê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Bûyera li Şîrazê li Îranê karvedanên cûda bi pey xwe anîne, alîgir û dijberên desthilatê kirine du bere. Herwiha malbatatên qurbaniyan daxwaza tolhildanê dikin.  Ji aliyê din ve Amerîka dê pirsa xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bibe Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve.

Daxwazname ji aliyê Amerîka û Albanya ve hatiye amadekirin ku roja Çarşema bê civîneke ne fermî li Encûmena Asayişê birêve biçe. Civîn ji aliyê Amerîka û Albanya ve tê birêvebirin, dê têde behsa tepesekirina xwepêşandanan, binpêkirina mafê jinan û tundûtûjiya li hemberî neteweyên di nava Îranê bê kirin.

Di civînê de wê Reporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Pirsa Mafên Mirovan Cawîd Rehman û çalakvana Mafên Mirovan a Îranê, Şîrîn Îbadî biaxivin.

Pêdram û dayîk û bavê wî di êrîşa hefteya borî ya ser Mizgefta Şahçirax a Şîraza başûrê Îranê de hatine kuştin.

Welatiya Îranê Şirîn Esmailî dibêje: “Bi vî alî û wî alî de reviya ne daku xwe rizgar bikin, di wê êrîşê de xwîşka min û hevjînê wê û kurê wan şehîd bûn. Çima wiha kirin? Daxwazê ji berpirsan dikim tola xwîna wan şehîdan bo me bistînin.”

Îran bi fermî dibêje, DAIŞê ew êrîş kiriye û sedem jî bo wê valahiya emnî ve girêdaye ku bi axaftina desthilatê, xwepêşandanan çêkiriye. Axaftineke beşek ji Îraniyan red dikin û desthilatê bi pêkanîna wê tohmetbar dikin. Lê yên piştgiriya desthilata Îranê jî dikin ne kêm in.

Welatiyê Îranî Abbas jî dibêje: “Ez ji dijminê me re dibêjim, em gelê Îranê, gelekî Misilman û Şîe ne. Em ne gelek in bi destê xwe zarokên xwe bikujin. Em ne gelek in bi asanî dest ji Şoreşa Îslamî berdin. Me sonda dilsoziyê xwariye û heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevaniyê dikin.”

Li ser asta navxwe ya Îranê, heta niha jî xwepêşandan berdewam in û ketina 43emîn roj; Li beşeke zêde ya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam in û li gor axaftina Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Xalid Ezîzî, ji piştî 26ê vê mehê ve ku Çileya Jîna Emînî bû, herî kêm 11 kes hatine kuştin û piraniya wan li Mihabad, Bane, Sine û Seqiz bûn.

Li ser asta navdewletî jî, ji xeynî mijara germ a dronên Îranê ku li gor Rojava beşdarî şerê Ukraynayê bûne, roja Çarşembê 2ê Mijdarê Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser daxwaza Amerîka û Elbanyayê rûniştineke ne fermî taybet bi xwepêşandanên Îranê dike û çend kesayetiyên opozisyona Îranî têde beşdar dibin.