Îbrahîm Biro behsa helwesta Rûsyayê ya li hember gefên Tirkiyê kir

29-10-2021
RÛDAW
Nîşan Mikhail Bogdanov ENKS Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet yê Serokê Rûsya ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov re civiya. Endamê şandê Îbrahîm Biro behsa helwesta Rûsyayê ya li hember gefên Tirkiyê kir û derbarê diyaloga Kurdî û rola Rûsyayê de jî tekez kir, “Rûsya dixwaze nêrîna aliyên Kurdî nêzikî hev be.”

Li gor daxuyaniya Ofîsa Peywendiyên Derve ya ENKSê, di civîna li gel Bogdanov de, behsa proseya siyasî li Sûriyê û civînên Komîteya Destûra Sûriyê û bicîhkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî hat kirin.

ENKSê ragihand, di civîna li gel Bogdanov de rewşa deverên Kurdî û giringiya karê li gel Rûsya ji bo dîtina çareseriyekî ji bo pirsa Kurd li Sûriyê û çespandina mafên Kurdan li Sûriyê hatine gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya ENKSê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê piştevaniya xwe ji bo mafê Kurdan û pêkhateyên din yên Sûriyê di çarçoveya çareserkirina siyasî li Sûriyê ragihand û diyar kir ku yekrêziya aliyên Kurdî ji bo bicîhkirina wan mafan alîkar dibe.

Şanda ENKSê ji bo Moskow ji her yek ji Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û Endamê wê komîteyê Ibrahîm biro pêk hatibû.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê kirin.

Li gor gotina Îbrahîm Biro aliyê Rûsyayê di civînê de amaje bi wê kir, metirsî li ser herêmên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê hene û ew (Rûs) ji bo aramkirina rewşê li gel Tirkiye û Amerîkayê di peywendiyê de ne û ew dixwazin aramî li seranserê Sûriyê hebe.

 

 

Tirkiyê van heyamên dawîn gefên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û Îbrahîm Biro dibêje, “Rûsyayê got, `em rojane rewşê dişopînin, hêzeke mezin a leşkerî li herêmê tê amadekirin, em hewl didin ku ev tişt nebin û danûstandinê dikin`.”

Li ser diyaloga aliyên Kurdî û helwest û rola Rûsyayê jî Biro got, “Rûsya di wê baweriyê de ye ku Sûriya pêşerojê dê bi rengekî din be û mafê her kesê dê tê hebe. Lewma Rûsya dixwaze hem aliyên opozisyonê nêrîna wan nêzikî hev be û hem jî bi taybetî dixwaze nêrîka Kurdan nêzikî hev be, ka çi ji dewleta Sûriyê dixwazin! Ji ber wê yekê ew dibînin ku eger nêrîna aliyên Kurdî nêzikî hev be, rewş dê rehettir be ku Kurd bikarin mafên xwe bidest bixin.”

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê tekez kir ku civîna li gel Bogdanov li ser daxwaza wan bûye û got, wek nûnertiya Kurdan “em daxwaz dikin çareseriyeke siyasî ji pirsa Kurd re bê dîtin û destûrek bo Sûriyê bê danîn.”

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro, herwiha tekez kirk u peywendiyên wan li gel Amerîka, Rûsya, Ewropa û welatên Erebî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst