Poland li dijî koçberan dîwar ava dike

29-10-2021
RÛDAW
Nîşan Poland Koçber Avakirina Dîwar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Polandê biryar da li dijî derbasbûna koçberan li ser sînorê xwe û Belarûsê dîwar ava bike.

Bi armanca rêgirîkirina koça koçberên neyasayî ji Belarûsê bo Polandê, Parlamentoya Polandê biryar da li ser sînorê her du welatan dîwarekî ava bike.

Hat ragihandin ku dîwar ji 100 kîlometreyan dirêjtir e û 407 milyon dolar lê diçe.

Herwiha Serokê Polandê Andrzej Duda dibêje, ew dê di rojên dahatû de yasayê îmze bike.

Li aliyê din Hejmarek ji welatên rojhilatê Ewropayê ji bo rê li ber koça koçberan a nav welatê xwe û welatên rojavayê Ewropa bigrin dest bi tundkirina sînorên xwe ligel Belarusê kirine.

Pêla koçberiya ji welatên Rojhilata Navîn bi taybetî Kurd bo Ewropa berdewam e û welatên Ewropayê jî dest bi tedbîrên tundkirina çavdêriyê û têlbendkirina sînoran kirine. Litwanya yek ji wan welatan e ku  rê li ber koçberan bigire, sînorê xwe têlbend dike û wezîrê aborî yê wî welatî aşkere dike, têçûya vê proseyê 150 milyon Euro ye.

Welatê Litwanyayê dest bi têlbendkirina sînorê xwe yê başûr ê li gel Belarusê kiriye da ku rê li ber koçberan bigirin xwe bigihênin wî welatî û welatên din ên Ewropayê. Litwanya hewl dide sînorê xwe bi dirêjahiya 400 km û bilindahiya 4 metreyan têlbend bike.

Litwanya plan dike bi dirêjahiya 400 kîlomtereyan dîwarê ji têlan ava bike, li ser sînorê xwe yê li gel Belarusê, biryar e di herdû mehên Mijdar û Berfenbar de, 100 kîlometre ji vî dîwarî bê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst