Amerîka: Em dê li Rojhilata Navîn kapasiteya xwe ya asmanî zêde bikin

28 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Patrick Ryder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku ew dê kapasiteya xwe ya leşkerî ya asmanî li Rojhilata Navîn zêde bike û ji bo şandina leşkeran ew gihîştine asteke bilind.

Her wiha Amerîkayê hişyarî da Îranê ku aloziyên li Rojhilata Navîn berfirehtir neke.

Serokê Amerîka Joe Biden beriya du rojan ferman dabû Pentagonê ku ji nû ve helwesta hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn sererast bike.

Piştî fermana Biden, Pentagonê daxuyaniyek da.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di daxuyaniyê de got:

“Amerîka bi biryar e ku rê nede Îran û hevkar û wekîlên wê ji rewşê sûdê wergirin an jî pervçûnan berfirehtir bikin.”

Hişyarî da Îranê

Ryder her wiha hişyarî da ku eger grûpên ku Tehran piştgiriya wan dike “vê derfetê ji bo armanckirina personel û berjewendiyên Amerîkiyê yên li herêmê bikar bînin, Amerîka dê ji bo parastina gelê xwe hemû tedbîrên pêwîst bigire.”

Di daxuyaniya Pentagonê de li ser mezinahî yan berferehiya şandina hêza asmanî ya nû zanyariyên zêde nehatin dayîn û tê de wiha hat gotin:

“Em dê di rojên pêş de hêza xwe ya piştgiriya asmanî ya parastinê xurttir bikin.”

Çi bûbû?

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Fermandarekî bilind ê Îranê jî di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê de li gel Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst