Hilbijartinên Awisturyayê: Partiya li dijî koçberan bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê de li gorî encamên destpêkê yên ne fermî partiya rastgir a tundrew Partiya Azadiyê ya Awisturyayê (FPO) bi rêjeya ji sedî 28,80 li pêş e.

Her wiha Partiya Gel a Awisturyayê (OVP) jî bi rêjeya ji sedî 26,30 di rêza duyem de ye.

Xelkê Awisturyayê ji bo hilbijartina 183 parlamenteran îro çû ser sindoqan.

Li gorî televîzyona dewletê ya Awisturyayê ORFyê, rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 78,1 e.

Wekî ku di rapirsiyan de jî derketibû, Partiya Azadiyê ya Awisturyayê (FPO) ya bi serokatiya Herbert Kickl niha bi rêjeya 28,80 di rêza yekem de ye.

Ji sala 1945an ve cara yekem

FPO ji sala 1945an û vir ve cara yekem di hilbijartinên parlamentoyê de bi eşkere di rêza yekem de cih digire.

Li aliyê din Partiya Gel a Awisturyayê (OVP) a desthilat a bi serokatiya Karl Nehammer bi rêjeya ji sedî 26,30 daketiye rêze duyem.

Di rêza sêyem de jî bi rêjeya ji sedî 20 Partiya Sosyal Demokrat a Awisturyayê (SPO) heye.

Li gorî encamên destpêkê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

Partiya Azadiyê ya Awisturyayê (FPO): Ji sedî 28,80 - 57 parlamenter

Partiya Gel a Awisturyayê (OVP): Ji sedî 26,30 - 51 parlamenter

Partiya Sosyal Demokrat a Awisturyayê (SPO): ji sedî 21 - 41 parlamenter

Awisturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS): Ji sedî 9,10 - 18 parlamenter

Partiya Keskan (Die Grunen): Ji sedî 8,30 - 16 parlamenter

Partiya Komunîst a Awisturyayê (KPO): Ji sedî 2,40 - 0 parlamenter