Rûsya: Ukraynayê bi 125 dronan êriş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, Ukraynayê bi 125 wesayitên esmanî yên bêpîlot êrişî Rûsyayê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya derbarê êrişê "Rejima Kîevê duh êvarê heta sibehê, êriş birin ser erdên Federasyona Rûsyayê."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê bi tevahî 125 dron îmha kirin.

Her wiha wezaretê da zanîn ku li herêma Volgogradê 67, li herêma Belgorodê 17, li herêma Voronejê 17, li herêma Rostovê 18, li herêma Bryansk, Kursk û Krasondarê 3 û ser Deryaya Azovê jî 3 dron hatine îmhakirin.