Ji ber barana gur hezaz çêbûn: 148 kes mirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nepal Hezaz Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Nepalê Katmanduyê û bajarên dorûberê wê ji ber baran gur hezaz çêbûn û di emcamê de 148 kes mirin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Kathmandu Postê, li Nepalê ya ku li Asyaya Başûr e, ji ber barana gur lehî rabûnû  hezaz çêbûn.

Di daxuyaniya hêzên ewlehiyê de hat diyarkirin, ev 3 roj in li Katmanduya paytext û bajarên dorûberê wê baran dibare.

Ji ber baranê hezaz çêbûn û her wiha lehî rabûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber hezaz û lehiyan 148 kes mirin û 59 kes jî winda ne.

Her wiha hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin, ji ber hezazê jî hin rêyên sereke hatin girtin û di rêyan de jî wesayît asê mane.

Hikûmetê jî ragihand ku li herêmê perwerde heta 3 rojan hat rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst