Sergey Lavrov: Danûstandinên Tirkiye û Sûriyeyê dest pê dikin û girîngî bi Pirsa Kurd tê dayîn

11 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Sergey Lavrov û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sergey Lavrov û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sergey Lavrov Tirkiye Sûriye Diyalog Kurd
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Danûstandinên Tirkiye û Sûriyeyê dest pê dikin û girîngî bi Pirsa Kurd tê dayîn.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser destpêkirina danûstandinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Beriya niha bi demeke kurt ez bi hevtayê xwe yê Tirk re axivîm, her wisa ez bi wezîrê karên derve yê nû yê Komara Sûriyeyê re jî axivîm.

Hin hizirên her du aliyan hene ku bi baweriya min dê bibin sedema destpêkirina vê pêvajoyê.”

Sergey Lavrov da zanîn ku dê girîngiyê bidin “Pirsa Kurd” jî û got:

"Bê guman di danûstandinan de li gel mijarên din ên girêdayî metirsiya terorê û parastina ewlehiya sînor dê girîngî bi Pirsa Kurd jî were dayîn.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê anî zimên, “Divê Kurd bi her awayî xwe ji komên terorîst cuda bikin."

Sergey Lavrov li ser “agirbesta li Xezeyê” jî got:

“Amerîkayî rê li projebiryarê digirin. Projebiryara ku wan bi xwe jî pêşniyar kir, xapînok bû çimkî wan got  Îsraîlî dê wê bi cih bînin lê ev derew derket."

Pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr û bersiva Lavrov bi vî rengî ne:

Rûdaw: Gelekî spas cenabê wezîr. Ez Sînan Tunçdemir ji Tora Medyayî ya Rûdawê me. Piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê, Rûsya dikare çi bike ji bo ku şer negihe Sûriye û Îraqê? Pirsa duyem jî ew e ku em dizanin ku Rûsya hewl dide pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê asayî bike. Eger ev pêngav bi ser bikeve, dê bandoreke çawa li ser Kurdên li Sûriyeyê bike?

Sergey Lavrov: Ez tekez dikim ku em dixwazin Komîsyona Ewlehiyê îradeya xwe nîşan bide û erkên xwe bi cih bîne çimkî Komîsyona Ewlehiyê xwedî amûrên pêwîst e ji bo ku bandorê li ser wan aliyan bike ku biryarnameyên wê bi cih nayînin.

Amerîka karê Komîsyona Ewlehiyê asteng dike. Her wisa Amerîka dixwaze bi vî awayî her tiştî kontrol bike. Pirsgirêkên ku li seranserê cîhanê hene, tên ku hê zêdetir bibin û belav bibin. Ew (Amerîkî) rê li projebiryaran digirin. Projebiryara ku wan bi xwe jî pêşniyar kir, xapînok bû (mebest jê plana Biden ji bo agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê ye) çimkî wan got Îsraîlî wê bi cih tînin lê ev derew derket.

Me pêşbîniya vê dikir lê em bêalî man û me deng nedayê û me veto jî nekir, ji ber ku hevalên me ji me xwest ku em derfetekê bidinê.

Ji bo ku em nehêlin hevrikî li welatên din jî belav bibe, çi ji destê me were em dê bikin. Li ser daxwaza hikûmeta rewa ya Sûriyeyê, em rola xwe ya li wî welatî didomînin, alîkariya parastina ewlehiya wê dikin û erkên xwe berdewam dikin lê têgihîştina min ew e ku hin alî dixwazin Îranê han bidin da ku di dawiyê de Amerîkayê jî sor bikin û şerekî seranserî li tevahiya navçeyê bidin gurkirin.

Derbarê pirsa te ya duyem de, bê guman me sala borî çend civîn li ser asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê pêk anîn. Berpirsê leşkerî û wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Sûriyeyê civiyan û danûstandinên mîna Astanayê kirin.

Komara Erebî ya Sûriyeyê rasterast beşdarî wan danûstandinan bû. Ew civînên erênî bûn. Berî demeke kêm jî ez bi hevtayê xwe yê Tirk re axivîm û her wisa ez bi wezîrê karên derve yê nû yê Komara Sûriyeyê re jî axivîm. Hin hizirên her du aliyan jî hene ku bi baweriya min ku dê bibin sedem ku pêvajo ji nû ve dest pê bike.

Bê guman di danûstandinan de girîngî bi Pirsa Kurd jî tê dayîn, li gel mijarên din ên girêdayî metirsiyên terorê û parastina ewlehiya sînor. Berê, di salên 80yî yên sedsala borî de, Peymana Edeneyê hebû. Tevî ku niha kar pê nayê kirin jî hin bingeh di nav wê peymanê de hene ji bo bihevrekarkirina Sûriye û Tirkiyeyê ji bo parastina ewlehiya sînor û nehiştina komên terorîst. Ev bingeh dikarin bên xebitandin lê bê guman divê bi rewşa îro re bên guncandin.      

Pirsgirêkeke din jî ew e ku Amerîka li ser paşguhkirina berjewendiyên Sûriye û Tirkiyeyê berdewam e. Amerîka bi awayekî neqanûnî li nav xaka Komara Erebî ya Sûriyeyê maye û li rexê çepê yê çemê Feratê nîvdewletek ava kiriye ku tê de nefta Sûriyeyê derdixin, genim û dexlûdanên Sûriyeyê dibin û difiroşin û pereyan jî ji xwe re dibin.

Divê rêxistinên Kurdî bi her awayî xwe ji komên terorîst cuda bikin û di dawiyê de têbigihin ku ti rêya din li ber wan nîne ji bilî ku di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de bijîn.

Di hinek qonaxan de em amade bûn ku navbeynkariyê bikin. Em serkirdeyên wan nas dikin û ew jî dizanin helwesta me çi ye. Ew hatin cem me ji bo ku em alîkariya wan bikin, dema Serok Trump ragihand ku ew dê hêzên Amerîka ji Sûriyeyê vekişîne, wê demê nûnerên Kurd yekser hatin cem me ji bo ku danûstandinê bikin.

Piştî çend rojan, Amerîkiyan ragihand ku me biryara xwe guhert û em venakişin, êdî vîna Kurdan jî nema. Ev helwesteke kurtbîn bû.

Ev ne helwestek e ku nêrîneke dirêjdem ji bo siberoja Kurdan li xwe bigire. Divê ew bi Şamê re danûstandinan bikin. Bi qasî ku ez dizanim cîranên wan ên Tirk jî amade ne ji bo vê yekê destê alîkariyê dirêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst