Li cihê mewlûdê û mizgeftê du êriş: 57 kes hatin kuştin

29-09-2023
Nîşan Pakistan Êriş Mizgeft Mewlûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaletên Belûcistan û Xeyber Paxtunxwayê yên Pakistanê di du êrişan de 57 kes hatin kuştin, zêdeyî 140 kesî jî birîndar hene.

Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, li herêma Mastungê ya Belûcistanê, li qada nêzîkî mizgefteke ku xelk ji bo Şeva Mewlûdê lê kom bûbû, bombe teqiya.

Di êrişa bibombe de 52 kes hatin kuştin, zêdeyî 130 kesî jî birîndar bûn.

Gelek ambulans û ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê teqînê.

Peywirdar li ser wê îhtimalê disekinin ku dibe bûyer êrişa xwekujiyê be.

Li Xeyber Paxtunxwayê li mizgeftê êriş

Li herêma Hanguyê ya eyaleta Xeyber Paxtunxwayê li mizgeftekê êrişa xwekujiyê hat kirin.

Li gorî encamên destpêkê, di êrişê de 5 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst