Stephane Dujarric ji Rûdawê re: Binpêkirina serweriya axa Iraqê nayê qebûlkirin

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê êrîşên Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, binpêkirina serweriya axa Iraqê nayê qebûlkirin û diyar kir ku girîng e welatên cîran rêzê li yekparçeyî û serweriya axa Iraqê bigirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li New Yorkê ji editorê dîplomasî yê Rûdawê Mecîd Nizamedîn Gilî re got, “Her binpêkirina serweriya axa Iraqê nayê qebûlkirin, bi taybetî dema ku em kuştina sivîlan dibînin.”

Stephane Dujarric destnîşan kir ku Iraq xwedî çend cîranan e û ji bo wan girîng e rêz li yekparçeyiya axa Iraqê bigirin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric:

Rûdaw: Ji bo têgihîştina pirsê, ez hevokek ji daxuyaniya Sekreterê Giştî şandibû bixwînim. Tevahiya daxuyaniyê du hevok bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi fikar li raportên bombebaranên li Herêma Kurdistanê û bombebarankirina herêmên sivîlan dişopîne." Pirs ev e, di van rojên dawî de Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin. Sekreterê Giştî di daxuyaniya xwe de behsa kîjan bombebaranê dike? Ya Tirkiyê yan ya Îranê?

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric: Ne desthilata me û ne jî şiyana me ya teknîkî heye ku em diyar bikin kî bombebaranan pêk tîne. Tiştê ku em dizanin ew e ku çavkanî ne di nav sînorên Iraqê bi xwe de ye. Çend cîranên Iraqê hene û girîng e hemû ev welatana rêzê li yekparçeyiya xaka Iraqê bigirin.

Rûdaw: Lê Tirkiye û Îran bi xwe di daxuyaniyên fermî de dibêjin ku wan ew bombebaran pêk anîne. Dibêjin me kiriye. Ji ber vê yekê min hîn jî fêm nekiriye ku daxuyaniya Sekreterê Giştî li ser çi ye. Kîjan êrîş?

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric: Daxuyanî li ser binpêkirina serweriya axa Iraqê ye.

Rûdaw: Lê kê ev binpêkirin kiriye?

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric: Ji aliyê wan welatên ku hevsînorê Iraqê ne.

Rûdaw: Baş e, ez pirsa Îranê ji we bikim ji ber ku ew dijwartir bû. Li gorî agahiyan di 24 saetên borî de derdora 100 dronên xwekuj û mûşek bo Herêma Kurdistanê hatine avêtin. Bûne sedema kuştin û birîndariya bi dehan kesan, di nav de pitikek û dibistanek jî hatiye armanckirin. Bi dîtina we guncaw e ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşeke wiha berbelav û dramatîk a Îranê tenê daxuyaniyeke du hevokî bide? Her Wezareta Berevaniyê yan jî Pasdarên Îranê bi eşkere vîdeoyên êrîşên xwe belav dikin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric: Her binpêkirina serweriya axa Iraqê nayê qebûlkirin, bi taybetî dema ku em kuştina sivîlan dibînin. Ev tiştekî ku nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê rave kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst