Fransa, Holanda û Erebistana Siûdiyê êrîşên Îranê şermezar kirin

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Fransa Holanda Erebistana Siûdî Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Amerîka, Brîtanya, Almanya, Neteweyên Yekbûyî, Misir û Urdinê, Fransa û Holanda û Erebistana Siûdî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Fransa êrîşên mezin ên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku Îranê berpirsyariya xwe ragihandiye, şermezar dike.”

Wezareta Derve ya Fransayê êrîşên duh ên Supaya Pasdarên Îranê bi "binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û yasayên navdewletî" bi nav kir û got ku wan "sivîl kirine armanc."

Fransa daxwaz dike ku rêz li serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê û ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilniya dikin ku ew hevsozê wan e.

Di heman demê de, Konsulxaneya Giştî ya Holendayê li Hewlêrê îro Pêncşemê di hesabê xwe yê Twitterê de ragihand, “Holanda êrîşên vê dawiyê yên Supayê Pasdarên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike. Ev êrîş bûne sedam candan û birîndarbûna kesên bêguneh û sivîl û rojnamevanan. Fikrên me bi qurbanî û malbatên wan re ne.”

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê ragihand ku wan 73 mûşek û bi dehan dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirine, bi tometa beşdarbûna wan di xwepêşandan û aloziyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de.

Di encamê êrîşên Îranê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 16 kes şehîd bûn û zêdetirî 46 kesan jî birîndar bûn.

Erebistana Siûdî jî êrîşên Îranê şermezar kir û got, “Em redkirina xwe ya tam ji hemû dijminatiyên ku ewlekariya Iraqê tehdîd dikin re radigihînin.”

Erebistana Siûdî her wiha sersaxî ji malbatên şehîd û birîndaran re jî xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst