Angelina Jolie ji bo Jîna Emînî û jinên Îranê peyam da

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Angelina Jolie Jîna Emînî Mahsa Amini Kurd Îran Rojhilatê Kurdistanê Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aktrîsa bi nav û deng a sînemayê ya Amerîka û cîhanê, Angelina Jolie derbarê bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî û xwepêşandanên nerazîbûnê yên jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek belav kir û piştgiriya xwe ji bo xebata jinan li Îranê ragihand.

Angelina Jolie di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Instagramê li beramber bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina li cem 'Polîsê Exlaqê' yê Îranê li Tehranê canê xwe ji dest da, û tundiya polîsan a li hember xwepêşandan û çalakiyên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê beretek nîşan da.

Angelina di destpêka peyama xwe piştgiriya xwe bo jinên Îranê nîşan dide û dibêje, “Rêz ji bo jinên leheng, şerxwaz, netirs ên Îranê, hemû kesên ku bi dehan salan li ber xwe dane, yên îro dadikevin kolanan û Mahsa (Jîna) Emînî û hemû ciwanên Îranî yên weke wê.”

Jolie dibêje, “Jin ne hewce ye ku exlaqê wan were polîs kirin, mejiyê wan ji nû ve were perwerdekirin, ne jî laşê wan were kontrol kirin. Pêdiviya wan bi azadiyê heye ku bêyî tundî û gefan bijîn û nefesê bigirin.”

Aktrîsa navdar Angelina Jolie ji bo çalakiyên jinan ên li Îranê jî dibêje, “Ji bo jinên Îranê, me hûn dîtin.”

Di postê de, Jolie di heman demê de daxuyaniyek da ku bi kurtî aloziya li Îranê rave kir.

Xwediya xelata Oskarê herwiha çendîn wêneyên ku li kolanên Îranê hatine kişandin li ser Instagramê parve kir.

Di slaydê de wiha hat gotin: “Xwepêşandanên li Îranê di şeva xwe ya 12emîn de ne. Wan bersiva kuştina Mahsa Emînî ya 22 salî dema ku di desteserkirî bû dest pê kir.”

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Jîna Emînî di 17ê Îlonê de li bajarê Seqizê hatibû veşartin. Piştî merasima cenaze li Tehran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.

Ji roja 16ê Îlonê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin û piştre derbasî seranserê Îranê bû.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanan ve li Rojhilatê Kurdistanê 19 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne û bi sedan kes jî hatine desteserkirin.

Herwiha li gor rêxistina mafên mirov a Îranê, herî kêm 76 kes di xwepêşandanên wan rojan de li seranserê Îranê canê xwe ji dest dane, ku 6 jin û 4 zarok jî di nava wan de hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst