Banka Cîhanî 512 milyon dolar kredî dide Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Bankaya Cîhanî di çarçoveya projeya  avakirina bajarên ku xwe li ber karesat û guherîna keşûhewayê bigirin, 523.2 milyon dolar kredî dide Tirkiyê.

Encûmena Rêveberên Îcrayê yên Banka Cîhanî bi daxuyaniyekê ragihand  ku wan dayîna 512.2 milyon dolar kredî bo Tirkiyê pesend kirine û ew pere dê  di çarçoveya çend projeyên avahîsaziyê de bo  wî welatî bên dayîn.

Li gor daxuyaniya Banka Cîhanî dê 338.5 milyon dolar ji wî pereyî bo avakirina yekeyên niştecijbûna welatiyan ên xwe li ber her cor karesatekê û metirsiyên keşûhewayê bigirin û bo çend projeyên di vî warî de, bên terxan kirin. Herwiha dê 173.6 milyon dolar jî dê bi rêya Bankeya Bajaran (ÎLBANK) ji bo avakirina bînasaziyeke bihêz bo şaredariyan bên dayîn. 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ji vê projeyê dê zêdeyî 1 milyon kes sûdê bibînin û 32 hezar kes jî dê bikarin  ji bo avakirin û bihêzkirina ji nû ve ya yekeyên niştecihbûnê bikarin wê krediyê werbigirin. Ev proje dê zêdetir  li bajarên Stenbol, Îzmîr, Gurgum, Manîsa û Tekîrdag bê cibîcîkirin  ku ew bajar li beramber erdhej û karesatên xwezayî bêhêz in.”