ALMANYA – Hilbijartin nêzîk in: Penaber ji zêdebûna dengên rastgiran ditirsin!

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartinên parlamentoyê yên 3 herêmên rojhilatê Almanyayê nêzîk dibe û penaber ji wê yekê ditirsin ku partiyên rastgir bi ser bikevin.

Hilbijartinên parlamentoyê yên 2 herêmên Almanyayê dê 1ê Îlonê werin kirin.

Li gorî rapirsiyan, partiya rastgir a Almanyayê AFD dê ji sedî 30ê dengên 2 herêmên rojhilatê Almanyayê bi dest bixe ku ew partî li dijî koçberan e.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê yên 3 herêmên Almanyayê re destê koçber û penaberan li ser dilê wan e.

Serdar Sîdo xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û nû li bajarê Chemnitzê yê eyaleta Saxonyê bi cih bûye.

Ew karê dekorasyona malan dike û bi birayê xwe re kompanyayeke biçûk jî ava kiriye.

Serdar Sîdo ditirse ku partiya rastgir bi ser bikeve û pergala ku wî ava kiriye hilweşîne.

“Em li vê derê ji ti partiyan natirsin”

Hosteyê dekorasyonê Serdar Sîdo got:

“Hilbijartin tiştekî baş e. Min li welatê xwe nedît.

Em li vê derê ji ti partiyan natirsin lê ji tundreviyê ditirsin.

Li gorî min tundrevî li Almanyayê bi cih nabe. Em jî ji ber wê hatin vê derê.

Eger me tundûtûjî bixwesta em dê li cihê xwe bimana.”

1ê Îlonê dê li eyaletên Saxony û Thuringiayê hilbijartinên parlamentoyê bi rê ve biçin.

22yê Îlonê jî dê li eyaleta Brandenburg hilbijartinên parlamentoyê werin kirin.

Ev hilbijartin ji bo Hevpeymaniya Çepên Lîberal ku li dijî siyaseta tund a AFDya li dijî koçberan e ceribandineke mezin e.

Ev hilbijartin hefteyekê piştî êrişa bajarê Sollingenê tê ku welatiyekî Sûriyeyî di merasîmeke niştimanî de bi kêrê 3 kes kuştin.

Karker Mîlad Helîmî jî anî ziman:

“Pêwîstiya Almanyayê gelekî bi hêza kar heye. Li gorî min pirsgirêka partiyên rastgir bi penaberan re nîne lê ew xelk jî bi dilê wan nîne ku beşdarî civakê nabin.”

Li gorî rapirsiyan partiya li dijî koçberan AFD li herêmên Thuringia û Brandenburgê yekemîn e û ji sedî 30ê dengan bi dest dixe.

Partiya Xirîstiyan Demokrat bi rêjeya ji sedî 21ê duyemîn e û rêjeya dengên Partiya Sosyal Demokrat û Keskan ku hevpeymanên hev in ji sedî 14an kêmtir e.