Rûsya li ser petrola Kurdistanê çi dibêje?

29-08-2024
Maria Zakharova / Wêne: Arşîv
Maria Zakharova / Wêne: Arşîv
Nîşan Maria Zakharova Petrola Kurdistanê Hinartin Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Maria Zakharovayê got, “Em ji bo pirsgirêka şandina petrola Kurdistanê çareser bibe di pêwendiyê de ne.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Maria Zakharovayê derbarê helwesta Rûsyayê ya li ser hinartina petrola Kurdistanê got:

“Em bi hemû aliyên pêwendîdar re di pêwendiyê de ne, em hevkariya wan dikin da ku pirsgirêk were çareserkirin.”

Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Aloziyên Îran û Îsraîlê

Li hêla din, Maria Zakharovayê bi bîr anî ku aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de zêde dibin û got:

“Em helwesta xwe dubare dikin. Ew qeyranên ku hene ber bi zêdebûnê ve diçin.

Em ji hemû aliyan dixwazin ku bi berpisiyariyên xwe zanibin û xwe ji wan karan biparêzin ku dijminatiyê zêde bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst