Hiştibû keçeke Kurd a Ezidî li ber tavê bimire, 14 sal ceza lê hat birîn

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Jennifer Wenisch DAIŞ Keça Kurd a Êzidî Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha bajarê Munîhê ya Almanyayê ji ber ku hiştibû keçeke Kurd a Êzidî ji tîna li ber tavê bimire, 14 sal cezayê girtîgehê li jineke Alman a endama DAIŞê birî.

Dadgeha Munîhê 14 sal cezayê girtîgehê li jineke Alman a endama DAIŞê ya bi navê Jennifer Wenisch birî.

Jina Alman behsa wê çîrokê kir û got, dema ku li bajarê Mûsilê yê Îraqê bûn bi hevjînê xwe yê DAIŞî re keçeke pênc salî û dêya wê ku Kurdên Êzidî bûn kiribûn koleyên xwe.

Jennifer got nivroyeke havîna 2015an hevjînê wê bi hinceta ku “bi xwe de mîz kiriye û cihê xwe şil kiriye” ji bo ceza bide keça pênc salî ew li ber tavê zincîr kiriye heta ku canê xwe ji dest bide.

Tawaneke din a ku ew endama berê yê DAIŞê hatiye pê mehkûmkirin ew e ku dema zarok miriye, Jennifer çek xistiye ser serê dayika wê zarokê û jê re got ku eger ew dev ji girî bernede dê wê bikuje.

Navê wê keça Kurd a Êzidî ya ku li ber tavê miribû Nûre bû.

Dayika keçikê di van çend salên borî de gelek caran li dadgehên Munîh û Frankfurtê axivîbû. 

Jennifer Wenisch sala 2016an li Balyozxaneya Almanyayê ya Enqereyê hatibû girtin û ber bi Almanyayê ve hatibû dersînorkirin.

Herwiha hevjînê wê Teha Cûmeylî Çiriya Paşîn a 2021ê ji aliyê dadgeha Frankfurtê ve bi sûcên qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê, şer û şkenceya fizîkî hat mehkûmkirin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn.

Jennifer heta girtina xwe Misilman bû

Jennifer sala 2013an bûbû Misilman. Sala 2014an bi rêya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû û tevlî DAIŞê bû.

Jenniferji wir jî derbasî Îraqê bû.

Jina Almanyayî di nîvê sala 2015an de tevlî hêzên polîsên DAIŞê bû û serpereştiya cîbicîkirina ferman û rênimayiyên DAIŞê li Felûce û Mûsilê kir.

Kanûna Pêşîn a 2016an Jennifer çû serdana Balyozxaneya Almanya ya Enqereyê ji bo ku hin xebatan pêk bîne.

Lê belê dema ku ji Balyozxaneyê derdiket hate girtin û piştre radestî Almanyayê hate kirin.

Rûniştina doza jina Alman Nîsana 2019an dest pê kir lê belê belavbûna koronayê û faktorên din nehişt ku dadgehkirin zû temam bibe.

Gelek parêzer û çalakvan ji bo cezakirina jina Alman xebitîn.

Parêzera naskirî ya mafên mirovan Amal Clooney yek ji wan kesan bû.

Li Almanyayê ji ber dosyaya DAIŞê gelek kes hatin darizandin.

Di Çiriya Paşîn a 2020î de, jineke Almanî ya bi navê Nerten, ji ber tawanên ku wê dema ku wekî endameke DAIŞê li Sûriyeyê xizmet kiribû bi tawanên cengê hatibû tawanbarkirin.

Çiriya Pêşîn a 2020an, jineke Alman-Tûnisî ji ber rola wê ya di kolekirina keçeke Kurd a Êzidî li Sûriyeyê, bi sê sal û nîv zîndan hat cezakirin.

DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de bi awayekî hovane êrişî Şengal û derdora wê kir.

DAIŞê bi sedan Kurdên Êzidî qir kirin.

6 hezar û 417 kes revandin.

Ji van kesan, 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr bûn.

Heta niha 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin.

Ji yên ku hatine rizgarkirin hezar 208 kes jin in, 339 mêr in, hezar û 66 zarokên keç in û 957 jî zarokên kur in.

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî da zanîn ku DAIŞê dema Şingal û derdora wê dagir kir, 68 goristan wêran kirin.

Beriya şerê DAIŞê hejmara Kurdên Êzidî li Îraqê 550 hezar bû.

Niha 135 hezar û 860 kes ji wan li kampên Herêma Kurdistanê dijîn.

Herwiha zêdetirî 120 hezar kesî jî koçberî derveyî welat bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst