Yevgeny Prîgojîn bi dizî hat veşartin!

29-08-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Yevgeny Prîgojîn Veşartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha çapemeniyê ya damezrînerê "Wagner"ê ragihand ku Yevgeny Prîgojîn bi dizî hatiye veşartin.

Balafira damezrînerê Wagnerê Yevgeny Prîgojîn 23yê Tebaxê li herêma Tverê ya navbeyna Moskow û Sankt Petersburgê de ketibû.

Yevgeny Prîgojîn li goristana Poroxovskiyê ya Sankt Petersbûrgê bi axê hat spartin.

Ev agahî ji aliyê dezgeha çapemeniyê ya Wagnerê ve di kanala wan a Telegramê de hat ragihandin.

"Kesên ku dixwazin xatir bixwazin dikarin biçin goristanê"

Di peyamê de hat gotin ku “Xatirxwestina Yevgeny Viktoroviç bi awayekî nihênî pêk hat. Kesên ku dixwazin xatir bixwazin dikarin biçin goristana Poroxovskiyê.”

herwiha hat ragihandin ku goristan ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û rê nayê dayîn ku rojnameger nêzikî gora Prîgojîn bibin.

Divê were gotin ku heta niha roj û cihê xatirxwestina Yevgeniy Prîgojîn nehatibû eşkerekirin.

Beriya niha, sekreterê çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihandibû ku dê Vladimir Putin beşdarî merasîma cenazeyê Prîgojîn nebe.

Herwiha Peskov hûrgiliyên merasîma xatirxwestinê û merasîma xaksipartinê jî eşkere nekiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst