Li Rûsyayê helîkopter ket: 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê helîkoptera modela Mi-8ê ket xwarê û 3 kes mirin.

Derbarê bûyerê de Waliyê Çelyabînskê Aleksey Teksler daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Aleksey Teksler diyar kir ku helîkoptera modela Mi-8ê ya Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê li herêmê ket xwarê.

Teksler destnîşan kir, li gorî encamên destpêkê di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Waliyê Çelyabînskê Aleksey Teksler herwiha ji malbatên miriyan sersaxî xwest.