Amerîka êdî pêşiya hinartin û firotina nefta Kurdistanê nagire

29-08-2014
RÛDAW
Amerîka-Nefta Kurdistanê
Amerîka-Nefta Kurdistanê
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Wisa xuya dike ku siyaseta Amerîka li hember hinartin û firotina nefta Başûrê Kurdistanê hatiye guhertin, mînaka vê ya berçav jî biryara dadgeha eyaleta Texasê ya Amerîka ye ku keştiya ku nefta Kurdistanê biribû wî welatî, ji tiqûfê derxist.

Dema Başûrê Kurdistanê bi serê xwe dest bi hinartin û firotina nefta xwe kir, ne tenê rastî nerazîbûna Bexdayê hat lê Amerîka jî li dijî wê yekê derket.

Tîrmeha îsal dema keştiyeke petrola Kurdistanê gihîşt bendera Galvestonê ya Texasê, dadgeha Texasê li ser şikayeta Bexdayê biryara da keştî were tiqûfkirin.

Ev rewş heta vê dawiyê jî berdewam bû lê piştî êrişên çekdarên DAIŞê li ser Başûrê Kurdistanê ev rewş hat guhertin û piştî ku Obama ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de pişta kurdan bigire dadgeha Texasê jî keştiya nefta Kurdistanê ji tiqûfê derxist…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst