Li Venezuelayê Nicolas Maduro di hilbijartinan de bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê (CNE) Elvis Amoroso ragihand ku di hilbijartina serokatiyê ya dewletê de serokê niha Nicolas Maduro bi ser ket.

Elvis Amoroso diyar kir ku piraniyan sindoqan hatine vekirin û di hilbijartina serokomariyê ya ku 10 namzed beşdar bûn de namzedê Tevgera Mezin a Welatparêzan (Gran Polo Patriotico) Maduro bi ser ket.

Li gorî encamên ewil Maduro bi rêjeya ji sedî 51,20î cara sêyemîn bi ser ket û bû serokê dewletê.

Namzedê Koma Yekîtiya Demokratîk (PUD) ya koalîsyona mixalefetê Edmundo Gonzalez bi rêjeya ji sedî 44,20î di rêza duyemîn de cih girt.

Serokê CNEyê Amoroso diyar kir ku hûrgiliyên encaman ên namzedan wê paşê bi tabloyan li ser malpera CNEyê bên weşandin.

Hat diyarkirin ku rêjeya beşdariyê ya hilbijartinê ji sedî 59 e.

Namzedê di hilbijartinê de bi ser bikeve dê di 10ê Çileya Paşîna 2025an de wek serokê nû yê welat sond bixwe.