Piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê xelk direvin

29-07-2021
Nîşan Efxanistan Amerîka Talîban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî vekişîna serbazên Amerîkayê Efxanistanê xelkê wî welatî ji tirsa êrîşên çekdarên Tevgera Talîbanê direvin.

Li navçeyên ser bi bajarê Qendeharê xelk reviyane xwe gihandine navçeya Çaman, li sînorê navbera Efxanîstan û Pakîstanê. Hikûmeta Pakîstanê jî bi awayekî demkî derî ji wan re vekiriye.

20 sal e Talîban li navçeya wan nemabû. Lê piştî vekişîna serbazên Amerîkayê ji destpêka Gulana îsal ve, Talîbanê li çend navçeyên Efxanîstanê dest bi êrîşên xwe kir, ji wan jî Herêma Qendehar. Xelkê navçeyê ji wan dîmenan bizdiyan e ku şer afirandine.

Koçberekî bi navê Aziz Rahman dibêje: “Dema me Qendehar bicîh hişt û gehiştine navçeya Boldakê, di rê de me çekdarên Talîbanê didîtin, wan lêpirsîn ligel xelkê dikir, me termên serbazên Afxanî di rê de dîtin, tankên şewitî dîtin, xalên pişkinînê (bazgeh) hemû ji aliyê Talîbanê ve hatibûn kontrolkirin.”

Ew rewşa çend rojên borî ya Efxanîstanê ye, ku piştî destpêkirina vekişîna Amerîka û êrîşên Talîbanê wiha lê hatiye. Ew rewş ne tenê li Qendeharê lê li navçeyên bakur, başûr, rojhilat û beşekî rojavayê welat jî wiha ye.

Tevgera Talîbanê dibêje, nêzîkî ji sedî 90ê axa Efxanîstanê kontrol kiriye, bêyî wêya biçin nav paytextên herêman. Amerîka jî dibêje, divê artêşa Efxanîstanê xwe li ber êrîşan bigire û piştre hewl bide navçeyên jidestçûyî kontrol bike.

Derbarê mijarê de Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin dibêje: “Tişta ka gelo dikarin Talîbanê rawestînin an na, bi baweriya min yekem tişt divê piştrast bin ji wêya pêşketina Talîbanê kêm bikin û xwe di pêgehekê de qayîm bikin daku bikaribin dubare wan navçeyan kontrol bikin ku Talîbanê dest daniye ser wan.”

Talîban pêş dikeve, lê Amerîka pêdagir e li ser wêya 31ê Tebaxê serbazê xwe yê dawî ji Efxanîstanê vekişîne. Yekem daxwaza wê jî berdewamiya danûstandinên Qeterê ne di navbera Talîban û hikûmeta Efxanîstanê de.

Bo Amerîkayê ne pirsgirêk e Talîban bibe beşek ji siberoja Efxanîstanê, herwiha di beşê duyem ê rêkeftinnameya 29ê Sibata 2020an a navbera Amerîka û Talîbanê de tê gotin; “Îmarata Îslamî ku ji aliyê Amerîkayê ve wek dewlet îtiraf pê nehatiye kirin û wek beşek ji Talîbanê tê naskirin, nahêle endamên wê yan grûpên din û di nav de jî Qaîde, axa Efxanîstanê bikar bîne bo êrîşkirina ser Amerîkayê.”

Dema Rûdaw ligel serbazekî Amerîkî axifî ku berê li Efxanîstanê şer kiriye, heman nerîn anî ziman û di wê baweriyê de bû ku Talîban Efxanîstanê bo êrîşkirina ser Amerîkayê bikar nayîne.

Serbazekî berê yê Amerîkî li Efxanîstanê dibêje: “Belê hê gefa wê yekê heye ku cîhadî yan grûpên terorîstî, Afxanîstanê wek stargeh bo xwe bikar bînin, lê bi baweriya min niha Talîban dixwaze yan em bibêjin wiha xwe pêşan dide ku bixwaze bibe beşek ji hikûmeta rewa ya Afxanîstanê, yan bixwaze bibe alternatîfa hikûmeta Afxanîstanê, bawer nakim wê demê rasterast bihêle Afxanîstan ji aliyê terorîst an grûpên wek Qaîdeyê ve were bikaranîn bo êrîşkirina ser Amerîkayê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden, mehek berê got, Amerîka bo têkşikandina Qaîde û kuştina Bin Ladin çûye Efxanîstanê û niha gehiştiye armanca xwe, lewra dema wê hatiye Efxanî berevaniyê li xwe bikin. Rûdawê pirsyar ji serbazekî berê yê beşdarê şerê Efxanîstanê kir, ka gelo piştî 20 salan, hest dikin ew şer, şerek bû divabû bê kirin, bi heman awayê Biden, bi baweriya wî armanca Amerîka Qaîde û Bin Ladin bû.

Rêveberê Peywendiyên Rêxistina Serbazên Berê yên Şerê Derve yên Amerîkayê Robert Coutur jî got: “Eger em vegerin Îlona 2001ê, me dît ew êrîşa bo ser Navenda Bazirganî û Pentagonê hat kirin, tenê Amerîkî nekuştin lê xelkê welatên din jî bûn qurbanî, ew êrîş bo wê demê gelekî degmen bûn û tiştekî wiha neqewimî bû, lewra Amerîkayê, wate me dixwest biçin, wan kesan bibînin ku ew êrîş kirine, em diçûn wî welatê ku li pişt êrîşê bû, me karî Qaîde rawestînin û Usama bibînin. Bo me çûna bo wê derê têkşikandina Qaîdeyê bû daku nehêlin Afxanîstanê bikar bîne bo wan êrîşên wiha bo ser Amerîka û hemû cîhanê jî. Ev jî karekî hêja bû, ji ber ev 20 sal e, êrîşên wek 11ê Îlonê çênebûne.”

Amerîka dema Efxanîstanê bicîh dihêle, hêzeke mezin a berevaniyê bo Efxanîstanê bicîh nehiştiye, herwiha dema Binkeyê Esmanî yê Bagramê vala kir, ti çekek an amûreke serbazî bo Efxaniyan bicîh nehişt.

Talîbanê sînorên Tacekîstan û Ozbekîstanê jî kontrol kirine ku du welatên ser bi Sovyeta Berê ne. Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, Talîban bi vî awayî dibe gef bo ser welatên cîran. Ev jî bûye egera destwerdana Rûsyayê li Efxanîstanê. Rûdawê ev pirs ji serbazekî berê yê Rûsyayê kir, ku beşdarî şerê Afxanîstan û Sovyetê bûye di salên 80an de.

Efserê Biryargeha Herêma Asya Navendê Dema Şerê Sovyet û Efxanîstanê generalê xanenişîn Konstantin  Sevkov  wiha axivî: “Rûsya bi ti hincetekê destêwerdanê li Afxanîstanê nake. Rûsya hewl dide pirsgirêkê tenê li ser axa welatên endamê Rêxistina Peymana Asayîşa Hevbeş çareser bike. Herwiha ew welatên ser bi Sovyeta Berê ku ne endamên wê rêxistinê ne, mebesta min Ozbekîstan û Qirxizîstan e, ji ber Tacekîstan bi xwe endam e, dibe çêbibe daxwaza hevkariyê ji Rûsyayê bikin, bi taybetî eger ji Afxanîstanê ve êrîş bo ser wan bên kirin.”

Dubare destêwerdana li Efxanîstanê bo Rûsyayê giran e, serbazekî din ê berê yê Sovyetê jî vê yekê dûr dibîne, li gor wî şerê Sovyet û Efxanîstanê heta niha birîneke mezin e û hevawayê birîna Amerîkayê ye li Vîetnamê. Lê hê jî eger heye Rûsya bi hewara daxwaza fermî ya Kabulê ve biçe.

Efserê Berê yê Artêşa Rûsyayê Vladimer Yevsiev jî anî ziman: “Şoka Amerîkiyan di şerê Vîetnamê de çiqas mezin bûbe, birîneke wiha mezin jî di şerê Efxanîstanê de bo welatiyên Rûsyayê çêbûye. Loma ev wiha dike her beşdarbûneke serbazî ya Rûsyayê li Efxanîstanê zehmet be, herwiha eger êrîşa esmanî jî be. Lê rewş li gor mezinahiya pirsgirêkê xiraptir dibe. Yek ji sideman ew e ku welatên Asya Navend ne amade ne hevkariya penaberan bikin. Eger Talîban li ser kontrolkirina bajarên mezin berdewam be, wê demê koçber ber bi navçeyên Tacekîstanê diçin, ev jî eger heye Rûsya tedbîrên din werbigre. Yan eger li aliyekî din desthilata fermî li Kabulê daxwaza hevkariya serbazî bike.”

Dema vekişîna serbazê dawî yê Amerîkî ji Efxanîstanê nêzîk bûye. Xelk ji navçeyên şer direvin. Li wan navçeyan jî ku hê şer negihiştiyê, xelk nepiştrast in. Ewên ku li vê derê tên dîtin… hejmareke din a xelkê Afxanîstanê ne li Kabulê… ketine rêzê, dixwazin di zûtirîn dem de paseportê werbigrin û hewl bidin vîzeyekê bidest bixin daku ji welêt derkevin.

Hinek ji van dibêjin, dixwazin berî wêya Talîban bigihe vê derê jî, xwe rizgar bikin. Karmendekî vê Rêveberiya Paseportê ya Kabulê dibêje, qerebalixiyeke zêde heye, xelk bi pêl daxwaza paseportê dikin, bi awayekî tenê li Kabulê rojane nêzîka 10 hezar kes tên daku paseportê bo xwe derxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst