Haley: Amerîka nahêle Îran bibe gef li ser hevpeymanên wî

29-07-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Mûşek
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) Nikki Haley ragihand, rêveberiya Trump rê nade Îranê da bibe gef li ser berjewendî û hevpeymanên wî.

 

Nikki Haley derbarê ceribandina mûşekeke nû ji aliyê Îranê ve, daxuyaniyek weşand û got: “Piştgiriya Îranê ya terorîzmê û şkînandina sozên xwe yên derbarê ceribandina mûşena de ji me re dibêje, ku ji Îranê bawer nekin. Ceribandina mûşeka duh jî (28-07-2017), careke din ev yek selmandiye.”

 

Derbarê karvedan û berteka Amerîkayê jî Haley diyar kir: “Di serdema xwe de rêveberiya Trump rê nade Îran bibe gef li ser berjewendî û hevpeymanên wî.”

 

Balyoza Amerîkayê ya NY da xuyakirin, ku Îran bi van kiryarên xwe eşkere dike ku ew pabendê rêkeftin û peymanên navdewletî nabe û got: “Heta Îran dest ji piştgiriya terorîzmê bernede û yasayên Civata Ewlekariya NY pêk neyne, sepandina cezayan dê berdewam bin.”  

 

Ev helwesta Balyoza Amerîkayê ya NY Nikki Haley di demekê de ye, ku roja Înê 28-07-2017 Îranê bi awayeke serkeftî mûşekek ceribandibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst