HOLENDA – Aram ji Kurdistanê çûye, Ewropiyan rizgar dike
Dusseldorf (Rûdaw) – Dr. Aram Mehmûd li Holendayê bûye bijîşkê taybet ê devjêberdana madeyên hişbir.
Aram Mehmûd li Kurdistanê bijîşkê neştergeriyê bû lê niha li Holendayê bûye pisporê devjêberdana madeyên hişbir û alkolê.
Medayên hişbir pirgirêkek e ku pêsîra welatên Rojavayê girtiye û li Kurdistanê jî di vî warî de peyamên baş nayên bihîstin.
Aram Mehmûd li Holendayê li klînîkeke mezin dixebite û bûye xwediyê serpêhatiyeke mezin.
Li gorî wî, alkol û madeyên hişbir ên ku li Kurdistanê tên ji yên ku li Holendayê tên bikaranîn pir xofdartir in.
Aram Mehmûd diyar kir ku li Kurdistanê devjêberdan û tûşbûna madeyên hişbir li gorî Ewropayê hêsantir e.
Gelo dermanê jêfilitînê heye?
Dr. Aram Mehmûd pirsa “Gelo dermanek heye ku kesê alûdebûyî bixwe û bifilite?” wiha bersivand:
“Alûdebûn pirsgirêkeke civakî, tenduristî û qanûnî ye. Ev jî nexweşî ye lê dermankirina wê dirêjdem e.
Kesekî ku nexweş dikeve, tûşî şobekê yan zikêşekê yan her nexweşiya din dibe, diçe ba bijîşk û piştî wergirtina dermên bi rojekê yan hefteyekê yan mehekê baş dibe.
Lê dibe ku dermanê alûdebûna madeyên hişbir salekê yan çend salan biajo.
Ji bilî bikarhêneran; malbat, civak û desthilat jî ew qas salan pê re mijûl dibin.”
“Seba kambaxiya rewşa Kurdistanê min berê xwe da xerîbiyê”
Li hêla din, Dr. Aram Mehmûd wiha behsa çîroka xwe ya bijîşkiya di biwarekî nû de kir:
“Ez Aram Mehmûd Tofîq im. Li Holendayê dimînim. Ev 27 sal in ez li wî welatî dijîm.
Ez ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê me. Min sala 1985an koleja bijîşkiyê kuta kir.
Min gelek derdeserî, qewitandin û leşkerî derbas kirin. Piştî serhildana sala 1991ê min wekî bijîşkê neştergeriya giştî dest bi kar kir.
Sala 1997an seba hinek rewşên şexsî û herwisa kambaxiya rewşa wê demê ya Kurdistanê, min berî da xerîbiyê.
Hatim Holendayê û min dest bi rêkarên xwestina rûniştina dayîmî kir û her çi qasî demeke zêde dirêj ajotibe jî piştî standina mafê rûniştinê, min hevjîn û zarokên xwe jî anîn.
Min dûv re dest bi xwendinê kir û paşê min bawernameya xwe ya Îraqî li vir wekhev kir.
Min meha 12an a sala 2007an di warê çareseriyên nexweşiyên alûdebûnê de dest bi kar kir.
Min destpêka sala 2009an dest bi xwendina bilind kir û min sala 2011an bawernameya masterê stand.
Min karê xwe domand û pê re jî wekî bijîşk li Rêxistina Taktosê ku rêxistineke mezin û xwedî şiyan e, di warê têkoşîna bi alûdebûnê re de dixebitim û her wisa ez serpereştiya wan xwendekaran jî dikim ku li ser nexweşiyên alûdebûnê masterê dixwînin.
“Min jî got hûn qumarê dikin”
Rêxistina Taktosê nameyek ji min re şand ku ez fena bijîşkekî biçim bi wan re kar bikim.
Gava ez çûm, 2 kes li wir rûniştîbûn qena min test bikin û carinan bi hev re diaxivîn. Min jî got hûn qumarê dikin. Wan got, çawa?
Min got hûn li bijîşkekî digerin ku di vî biyavî de şehreza be, ji aliyekî ve şehrezatiya min heye û pispor im, ji aliyê din ve jî hûn wer bawer dikin ku ez Kurdek im û ji Îraqê hatime û dibe ku zimanê min ne wisa be û hûn nizanin di navbera van her du aliyan de kîjanî hilbijêrin.
Merema ji qumarê ev e. Min gote wan, hûn dikarin derfetekê bidin min û ez ê jî hemû şiyanên xwe bi kar bîbim.
Rabû piştî 2 rojan ez haydar kirim ku ez herim, li wir derfetek bi min hatiye dayîn û ez çûme wir û bi alîkariya bijîşkekî Holendayî ku li wir kar dikir min karîbû bi ser bikevim û ez ji wî bijîşkî fêrî gelek tiştan bûm.
Wî wer li min kir ku ez di heyama 3 hefteyan de ew qasî fêr bibim ku min karîbû bi tenê wir bi rê ve bibim û karê xwe bi başî bikin.”
Test çawa ne?
Dr. Aram xeyn ji çîroka jiyana xwe behsa çawaniya testkirina wan nexweşan kir ku derman wergirtine û got:
“Piştî ku nexweş çareserî stand, li vê taqîgehê (laboratuar) divê li pêş çavê bijîşk mîza xwe têxe qutiyekê, qena nexweş mîza kesekî din bi xwe re neyîne û nexe qutiyê yan jî avê têxe qutiyê, lewra li pêş çavê bijîşk mîza xwe dixe qutiyekê.
Ew jî bi hejmar, em mîza wî dişînin taqîgeha nexweşxaneyê û bêyî eşkerekirina navê kesê nexweş û dûv re tên haydarkirin gelo bi temamî baş bûye yan jî nexweş madeyên hişbir bi kar anîne.
Li vir bijîşkê herkesî yê malbatî heye û dema tê zanîn ku yek ji takên malbatê madeyên hişbir bi kar tîne û ji kontrolê derketiye, diçin nik bijîşkê malbatê û jê tê xwestin ku ji bo rêxistineke çareseriya alûdebûnê bê şandin.
Gava nexweş tê nik me, em du bijîşk dema du saet-du saet û nîvan pê re diaxivin û divê em zanibin kengî dest pê kiriye û çi qasî bi kar tîne û çi madeyê bi kar tîne.
Gelo berê bi kar aniye û dûv re dev jê qeriyaye yan jî ev cara ewil e? Gelo pirsgirêkên wî yên civakî yan derûnî hene, gelo ew tenê ye yan xwedî jin e û çi karî dike?
Gelo deyn lê hene, kêşeyên wî bi polîsan re hebûn? û hin pirsên dîtir.
Hemî bersivên kesê nexweş di raporekê de cih digirin. Piştre em her sêşem dicivin. Hemî bijîşkên xwedî pisporiyên cihê gengeşeyê li ser dikin.
“Gelo tu jê razî yî?”
Êdî em qonaxên dermankirinê jê re destnîşan dikin heya em çareseriya dawîn jê re dibînin û paşê em ji kesê nesax re dibêjin ev çareseriya te ye. Gelo tu jê razî yî?
Divê nexweş wergirtina dermên îmze bike û dûv re nexweş kesekî destnîşan dike ku em di dema lazim de têkiliyê pê re bikin.
Çimkî ji bilî wî kesî, em zanyariyên li ser kesê nexweş nadin ti kes û aliyî û li ba xwe diparêzin.”
“Tedawî li Kurdistanê hêsantir e”
Dr. Aram amaje pê kir ku tedawiya li Kurdistanê li gorî ya Ewropayê hêsantir e û li dûv çû:
“Gere em li Kurdistanê dest bi çareserkirina kesên tûşbûyên madeyên hişbir bikin, çareseriya wan pir pir ji vir hêsantir e.
Çimkî civaka Ewropî civakeke tak e, dema kesek bi tenê di nav 4 dîwaran de dijî bêzar dibe û ji bo kêmkirina stres, westîn, şerm û her tiştê ku ji bo wî kesî nexweş be, berî dide noşîna alkolê û hişbiran.
Îcar di dema çareseriyê de jî dîsa tenê ye û em pir hewl didin ku piştgiriya malbatî jê re berdest bikin lê zafî zehmet e, ev li Kurdistanê berovajî ye.
Civaka wî civakeke civakî ye û tûşbûyî ji hevalekî xwe yan kesekî nêzîk tûş dibe. Dema em wî çareser dikin, piştgiriya wî ya malbatî ya xurt heye.
Dê, bav, xwişk û bira û hemû kesên li derdora wî ne dibin alîkar, loma dermankirina wî hêsan e û rêjeya serketinê bilind dike û herwisa vegera wî ya li madeyan pir kêmtir dibe.
“Li Kurdistanê li gorî vir pir xofdartir e”
Bijîkşê Kurd diyar kir ku tûşbûna madeyên hişbir a li Kurdistanê gelekî tirsnaktir e û anî zimên:
Alûdeyî li Kurdistanê li gorî vir pir xofdartir e çimkî madeyên alkolîk ên ku li Kurdistanê tên vexwarin, nizanin çawa hatine çêkirin û çi made di wan de hene.
Hin ji wan rasterast çav kor dikin. Bazirgan jî ji bo bidestxistina qezencên bêtir guh nadin ka çi tê de heye, loma jî zafî xofdar e.”
“Agir in û tenê nêzîkbûna wan meriv dişewitîne”
Dr. Aram da zanîn ku ew bi salan e di vî biwarî de kar dike û bi dehan alûdebûyî dîtine û dizane çima ew kes berê xwe didin wan madeyan.
Bijîşkê Kurd diyar kir ku ew dizanin bê çima wan madeyan bi kar tînin û bandora wan jî dizane û biland:
“Kesê tûşbûyî malbata xwe ji dest daye, mala xwe ji dest daye, karê xwe ji dest daye, deyndar e û jin û zarokên wî jê dûr ketine û ji hêla laş û derûn îve xopan bûye û gelek kêşeyên wî bi polîsan re hene.
Gava kesek vê dibîne, fêhm dike ku divê qet nêzî wan madeyan nebe û qet wan bi kar neyîne çimkî agir in û tenê nêzîkbûna wan meriv dişewitîne.”