ÎTALYA - Koçberê Îraqî keçeke 16 salî xeniqand

29-06-2024
Hêmin Ebdullah
Koçberê Îraqî keçeke 16 salî xeniqand / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Koçberê Îraqî keçeke 16 salî xeniqand / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îtalya Koçber Îraqî Keç Xeniqandin
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Koçberekî Îraqî yê ku bi xeniqandin û destdirêjiya li keçeke 16 salî tê tohmetbarkirin li Îtalyayê hat desteserkirin.

Îsal bêtirî 1000 koçberî di avên navbera Tirkiye, Yunanistan û Îtalyayê de xeniqîne.

17ê Hezîranê jî li Îtalyayê keştiyeke koçberan bin av bû ku bêtirî 70 koçberî tê de bûn û piraniya wan Kurd bûn.

Lê beriya noqbûna keştiye bûyereke hejîner qewimiye.

Polîsê Îtalyayê ragihand, wan koçberekî Îraqî yê 27 salî girtiye ku bi xeniqandina keçeke 16 salî ya di wê keştiyê de tometbar e.

Bi gotina polîs, wî kesê Îraqî di keştiyê de destê xwe dirêjî jinan kiriye.

Polîsan xeniqandina wê piştrast kir

Li gorî agahiyan, yekî ji rizgarbûyên keştiyê gilî kir ku wî koçberê Îraqî keçek xeniqandiye û destdirêjî lê kiriye.

Polîsan xeniqandina wê keçê piştrast kir lê destdirêjî heta niha nehatiye piştrastkirin.

Dîsa vê hefteyê Asayîşa Silêmaniyê ragihand, wan 4 qaçaxçî girtine ku wer dixuye têkiliya wan bi dosyeya keştiya binavbûyî re heye.

Îsal heta vêga bêtirî 1000 koçberî di avên navbera Tirkiye, Yunanistan û Îtalyayê de xeniqîne ku piraniya wan jin, zarok, kal û pîr bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst