Meysûna Kurd di greva birçîbûnê de ye: 7 meh in girtî ye

29-06-2024
Hêmin Ebdullah
Meysûn Mecîdî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Meysûn Mecîdî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Meysûn Mecîdî Îtalya Zîndan Greva Birçîbûnê Diyaspora Kurd
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hewldanên Kurdên diyasporayê yên ji bo berdana Meysûn Mecîdiyê berdewam dikin ku bi tohmeta alîkariya qaçaxçiyê koçberan hatibû girtin.

Polîsê Îtalya ji bo girtina Meysûnê xwe dispêre gotinên koçberekî Îranî lê ew dibêje ku gotinên wî çewt hatine wergerandin û divê Meysûn were berdan.

Jineke Kurd a koçber li ser giliyê koçberekî Îranî û Efxanî 7 meh in di zîndanên Îtalyayê de ye.

Koçberê Îranî dibêje, seba çewtiya wergerandinê Meysûn Mecîdî wekî alîkara qaçaxçiyan hatiye nasîn û ew vêga poşman e.

Meysûn di greva birçîbûnê de ye û Kurdên diyasporayê jî ji bo berdana wê dest bi komkirina îmzeyan kiriye.

Ji nav Îtalyayê û li seranserê Ewropayê jî çalakvanên Kurd û Ewropî mijûlî komkirina îmzeyan in da ku Meysûn were berdan.

Îmze ji bo berdana Meysûn Mecîdiya ku ji dawiya par ve di girtîgehên Îtalyayê de ye tên komkirin û ev demek e ku ew di greva birçîbûnê de ye.

Meysûn li gel birayekî xwe û koçberên din xwe bi qeyikekê digihînin peravên navçeya Calabriayê ya Îtalyayê.

Li wir koçberê din tên berdan û kaptanê qeyikê ku ji Tirkiyeyê bû bi sûcê qaçaxçîtiyê tê girtin.

Paşê derdikeve holê ku Meysûn nehatiye berdan.

Polîs dibêje di lêkolînên li gel koçberan de derketiye holê ku Meysûnê alîkariya qaçaxçiyekî kiriye.

Belgeya tikîtenê li ser vê yekê gotina du koçberan bû ku navê yekî ji wan Hesen Hisênzade ye û bi gotina polîs Îranî ye.

Hisênzade vêga li Berlînê ye û ji wir ragihandiye, ji ber ku ji wergêrê xwe fêm nekiriye wer hatiye ravekirin ku dibêje Meysûn alîkariya qaçaxçiyan kiriye.

Herwisa Hisênzade daxwaza berdana Meysûnê jî kiriye.

Lê hîn jî dadgeh û polîs li Calabriayê bi vê yekê razî nebûne.

“Bi kujerekî re hatiye girtin”

Cehangîr Wiryaniyê endamê Encûmena Hevahengiyê ya Federasyona Komeleyên Kurdî mêvanê Diyasporayê bû.

“Rewşa wê li zindanê xirab e”

Cehangîr Wiryanî di vî biyavî de ragihand ku rewşa Meysûnê li girtîgeha Îtalyayê ne baş e û pêwendîdanîna pê re dijwar e û got:

“Me ji bo doza wê dest bi gelek kampanyayan kiriye. Rewşa wê li zindanê xirab e.

Heta vêga 3 caran ketiye greva birçîbûnê û herwiha bi kujerekî re hatiye girtin. Meysûn li girtîgehê rastî şkenceya nerasterast tê.”

“Meysûn ne sûcdar e”

Çalakgerê siyasî û yê mafê mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Necmedîn Wawî jî mêvanê Diyasporayê bû.

Necmedîn Wawî amaje pê kir ku Meysûn ne tawanbar e û li pey çû:

“Îtalyayê parêzerek ji Meysûnê re diyar kiribû ku di dozê de ne şehreza bû.

Her wisa ji dadgeha Îtalyayê re hatiye piştrastkirin ku Meysûn ne sûcdar e.

Belgeya vê jî hebûna şahidan e, li dadgehê şahidan li ser bêtawanbûna Meysûnê sond xwariye.”

Necmedîn Wawî diyar kir ku heta niha dosyeya Meysûnê li dadgeha Îtalyayê sê qonax derbas kirine lê ti encama erênî ya lêpirsînên dadgeha Îtalyayê nebûye.

Necmedîn Wawî got, “Girtina Meysûnê li Îtalyayê bû sedema gelek bertekan û dê meha bê bi awayê fermî bê darizandin.”

Necmedîn Wawî eşkere kir ku hilbijartina Ewropayê bandoreke xirab li ser dosyeya Meysûnê kiriye.

Li gorî Necmedîn Wawî, belge hene ku rexneyên Meysûnê yên li şaxwazên Îranê bandor li ser dosyeya wê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst