Di Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de hewla çareserkirina krîza koçberan tê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê, li ser çend pirsan berdewam e. Krîza koçberan pirseke wê lûtkeyê ye û tê de li ser mekanîzmaya nû ku ji bo koçberan hatiye diyarkirin, biryar tê dayîn.

Li Bendera Salêrno ye li başûrê rojhilatê Îtalyayê hejmarek ji koçberên din ên welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê gihîştine wê derê. Çûna koçberan bo Ewropayê bûye krîzeke mezin a wê kişwerê.

Wezîrê nû yê Koçberan ê Yunanistanê Dimitris Karadis got, “Ez di wê baweriyê de me, divê pêdagîrî li ser siyaseta tund hebe, lê dadperwerane be, û di heman demê de jî, siyaseta têkilkirinê bihêz bikin. Li pirsên koça yasayî û rewangehên navdewletî yên welat û çareseriyên Ewropî binerin.”

Rojên 28 heta 30ê vê mehê, Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê, li ser çend pirsan birêve diçe. Krîza koçberan pirseke wê lûtkeyê ye û tê de li ser wê mekanîzmaya nû ku ji bo koçberan hatiye diyarkirin, biryar tê dan.

Di şeş mehên yekem ên îsal de, bêhtir ji 87 hezar û 900 koçberî, bi rêyên bejayî û deryayî, berê xwe daye welatên Ewropayê. Piraniya wan, xelkên (Côte d'Ivoire) in.

Ji destpêka îsal ve, 1 hezar û 997 koçberan, di rêyên geştê de, ber bi Ewropayê ve canên xwe ji dest dane.

Ji sala 2014an ve, heta 2022an jî, bi kêmanî 54 hezar û 125 koçber, di rêyên koçê de, canên xwe jidest dane.

Serokwezîrê Çekyayê Petr Fiala anî ziman, “Em hemû kok in li ser wê yekê ku bala me li ser siyaseta vegerandinê û parastina sînorên me yên derekî be. Her wiha girîng e hevahengiya xwe ligel welatên ku koçber jê tên, xurtir bikin.”

Birêveçûna Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê, hevdem e ligel binavbûna belemeke koçberan, li nêzîkî Yunanistanê ku derdora 750 sernişînî tê de hebûn.

Heta niha çarenivîsa nêzîka 500 kesî ji wan ne diyar e û tenê 104 kes ji wan hatine rizgarkirin.