Daxwazên Tirkiyê çi ne ku Swêd û Finlanda pê razî bûn?

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya NATO bi civîn û biryarên xwe yên giring li Madrîd a paytexta Spanyayê berdewam e. Di roja yekem a lûtkeyê de, Tirkiye, Swêd û Finlandayê belgeyeke jihevtêgihîştinê îmze kirin û Tirkiyê ragihand, êdî piştevaniya endamtiya herdu welatan di NATOyê de dike.

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Swêd û Finlandayê dest ji siyaseta xwe ya bêalîbûnê berdan û ji bo endamtiya di NATOyê de bi fermî serlêdan kirin.

Piraniya welatên endam piştgiriya xwe bo Swêd û Finlandê ragihandin, lê belê Tirkiye ji nişka ve bi awayekî tund li dijî endambûna herdu welatan Skandînavyayê derket û herdu welat bi wê yekê tohmetbar kir ku piştgiriyê didin terorîsmê.

Razîbûna Tirkiyê bi endambûna Swêd û Finlandayê di NATOyê de ku duh hat ragihandin, piştî dijatiya wê ya tund gelek fikaran bi xwe re tîne. Gelo çi guhert ku Enqere razî bû, piştgiriyê bide daxwaza Stockholm û Helsînkiyê?

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihandiye, “Swêd û Finlanda razî bûne ku daxwazên Tirkiyê pêk bînin, ku yek ji wan daxwazan, radestkirina hejmarek kesan e ku Enqere wan weke endamên PKKê û çend grûpên din ên li dijî hikûmeta wî welatî bi nav dike.”

Jens Stoltenberg got, “Finlanda û Swêd bêguman amade ne bi Tirkiyê re kar bikin li ser dosyeyên mayî yên dîportkirin û radestkirina gumanbarên terorê, lê belê di heman demê de proseya radestkirinê li gor Peymana Radestkirinê ya Ewropayê dê birêve biçe.”

Daxwazeke din a Erdogan ku Swêd û Finlanda li ser razî bûne, rakirina qedexeya firotin û hinardekirina çekan e ku ji sala 2019an ve û piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, herdu welatan li ser Tirkiyê sepandine.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî ku ber bi Madrîdê ve birêbikeve, li Enqerê tekezî li ser wan daxwazn kiribû û gotibû, “Em axavtinên vala naxwazin, em encamê dixwazin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê di preskonferansa hevbeş de diyar kir, “Finlanda û Swêd ji niha ve ti dorpêçeke çekan li ser Tirkiyê nahêlin. Ez pêşwaziyê li vê yekê dikim, çimku bi baweriya min nabe hevpeyman qedexeya çek li dijî hev bi kar bînin.”

Jens Stoltenberg bêtir behsa naveroka civîna her sê welatan kir ku ew bi xwe jî têde amade bû û got, “Wek hevpeymanên NATOyê, Finlanda û Swêdê bi temamî piştevaniya xwe bo Tirkiyê li dijî êrîşên li ser ewlehiya niştimanî ya wî welatî nîşan dan. Bo wê jî Finlanda û Swêd piştgiriyê bo YPG, PYD û ew rêxistina ku li Tirkiyê wek FETO tê binavkirin, dabîn nakin.”

Li aliyekî din, biryar e îro Çarşembiyê 29ê Hezîranê di kevana lûtkeya NATOyê de li Madrîdê, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinekê bikin.

Pêştir ji ber kirîna sîstema S-300 a Rûsî ji aliyê Enqerê ve, têkiliyên Amerîka û Tirkiyê gelek xirab bûn û Amerîkayê firotina firokeyên F-16 û parçeyên wê yên yedek bo Tirkiyê rawestand.

Serokkomarê Tirkiyê dibêje, Niha pirsgirêka me ya herî giring bi Amerîkayê re, mijara F-16an e ku hêj li ser maseyê ye.

Berpirsekî Koşka Spî dibêje, Amerîka ji ti helwêsteke xwe li hember daxwazên Tirkiyê nehatiye xwarê.