Dosta Kurd, Anne Hidalgo bû seroka şaredariya Parîsê

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra sosyalîstan Anne Hidalgo di qonaxa duyem a hilbijartinên şaredariyan ên Fransayê de, piraniya dengan bi dest xist û careke din bû Seroka Şaredariya Parîsê. Ann Hidalgo xwe weke dostê Kurdan dide naskirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Berbijêra Sosyalîstan Anne Hîdalgo di hilbijartinên şaredariyên Fransayê de bi ser ket û di qonaxa duyemîn de bi rêjeya 50.2% dengan bi dest xist û bû seroka şaredariya Parîsê.

Piştî hevrikiyeke tund di navbera Hidalgo û nûnera rastgiran Reşîde Datî de ku 32%  dengan bi dest xist, Hidalgo karîbû baweriya xelkê Parîsê bi xwe û projeya xwe bîne ku zêdetir girngiyê bi babetên jîngehê dide.

Wezîrê berê yê Tendirustiyê jî Enîs Bozan ku berbijêrê partiya Emmanuel Macron bû, di pileya sêyem de cih girt.

Di hilbijartinên vê carê yên şaredariyên Fransayê de, partiya Macron li gelek bajarên mezin nekarî serkevtinê bi dest bixe, lê belê li bajarê Le Havre 59% dengan bi dest xist. Berdevkekî hikûmeta Fransayê encama hilbijartinan weke şikesteke hêvîbir bi nav kir.

Nêzîkî 16 milyon kes ji xelkê Fransyê beşdarî di hilbijartinên vê gerê yên şaredariyên Fransatê de kirine, ku asta herî kêm a beşdariyê ye û dike yek li ser sê kesên ku mafên dengdanê hebûne.

Anne Hidalgo beriya niha du caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, yek ji wan di dema şerê DAIŞê de û sala 2015an bû û serdana duyem jî di sala 2019an de pêk anî.

Hidalgo herwiha di 12ê Tîrmeha 2019an de li Parîsê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Di dema pêşwaziya li Nêçîrvan Barzanî de, Hidalgo gotibû: “Gelek kêfxweş bûm ku îro min pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir, Ez dostê Kurd im û hevrêyeka nêzîk a Serokê Herêmê me. Me behsa rewşa niha kir, me behsa pêwnediya navbera Herêma Kurdistanê û Parîsê kir. Ez bixwe du caran min serdana Kurdistanê kiriye û hevahengiya me li gel Kurdistanê gelek baş e. Heftiya bihê rêkeftineke hevbeş a destexûşkiya navbera Parîs û Hewlêrê tê îmzekirin. Ev rêkeftineke herî giring e bo xelkê herdû aliyan.”

Anne Hidalgo siyasetvaneka navdar a Fransî ye ku bi esil Spanî ye, ji sala 2014ê ve Seroka Şaredariya Parîsê bûye.

Hidalgo sala 2016 kar bo wê yekê kir, ku Hewlêr û Parîs bibin destexûşkên hev û di 12ê Tîrmeha 2019 de ew yek bi fermî hat ragihandin û Hewlêrê bi fermî bû 55mîn destexûşka Parîsê.

Parîs navendeke giring a siyasî ya cîhanê ye, di aliyê koma giştî ya berhemanînê de, mezintirîn bajarê aboriyê Ewropayê û pêncemîn bajarê aborî yê cîhanê ye. Parîs weke bajarekî giring ê tûrîsmê jî tê naskirin û salane zêdetir ji 40 milyon geştyar serdana vî bajarî dikin.