Haley: Divê Îran dest ji xirabkariyê berde

29-06-2018
RÛDAW
Nîşan Balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî Nikki Haley Îran Rojhilata Navîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî ragihand, divê Îran dest ji binpêkirin û xirabkariyan berde û daxwaz ji welatên din kir, ku li gel Amerîka guvaşê bixin ser desthilatdarên Îranê.

 

Nikki Haley ku bi serdaneke fermî li Hidistanê ye, bal kişande ser rola Îranê di rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Tehran bi têkdana aramiya deverê tohmetbar kir.

 

Haley got, xala hevbeş di navbera tevahiya şer û aloziyên li Rojhilata Navîn, rola Îranê ye.

 

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji tevahiya welatên din kir, ku bi Amerîka re bin, daku guvaş li ser Îranê berdewam bin û got, Îran Koreya Bakureke din e.

 

Nikki Haley wiha got: “Tiştê ku serok Trump gotiye, divê em Îranê têxin ber berpirsyariyê, li tevahiya şer û aloziyên Rojhilata Navîn, xaleke hevbeş heye, ew jî rola Îranê ye, Amerîka jî dixwaze civaka navdewletî ji vê yekê piştrast bibe, ku Îran dest ji binpêkirin û xirabkariyê berde.

 

Em jî berdewam in li ser guvaşxistina ser Îranê û em hêvîdar in welatên din li kêleka me bisekinin, ji ber ku Îran bi xwe jî koryayeke bakur a din e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst