Rêxistina Nehîştina Çekên Kîmyayî: Nabe Serdeşt ji bîra me biçe!

29-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rêxistina Nehîştina Çekên Kîmyayî (OPCW) Ahmet Uzumcu li ser 28emîn salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê got, divê kîmyabarana Serdeştê ji bîra me neçe û me pal bide ku em dinyayek bê çekên kîmyayî ava bikin.

Duh (28ê Hezîranê) 28emîn salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Rêjîma Sedam Husên roja 28ê Hezîrana 1987ê û di dema şerê Îran û Iraqê de, bi çekên kîmyayî êrişî bajarê Serdeştê kir.

Li gorî amarên fermî, di wê êrişê de 119 kurdên bêguneh şehîd bûn û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar û jehrî bûn.

Bi helkefta wê rojê, Serokê rêxistina OPCW Ahmet Uzumcu peyamek belav kir.

Uzumcu di peyama xwe de hevxemî û xemgîniya xwe ji kîmyabarana Serdeştê û mirina mirovên bêguneh ên wî bajarî nîşan da û ragihand, her cara ku em Serdeştê bibîr tînin divê em hewla avakirina dinyayeke bê çekên kîmyayî bidin.

Ahmet Uzumcu, ku sala 2013ê xelata Nobelê ya Aştiyê stand, diyar kir ku erka rêxistina OPCW jinavbirina çekên kîmyayî, astengkirina çêkirina çekên kîmyayî û bibîranîna hemû qurbaniyên êrişên kîmyayî yên Serdeştê û hemû deverên din ên cîhanê ye.

Serokê OPCW da zanîn ku heta niha 190 welatên cîhanê peymana nehîştina çekên kîmyayî îmze kirine û roj bi roj hewlên jinavbirina çekên kîmyayî zêde dibin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst