Alexey Chepa: Pirsgirêka Kurd ji aliyê Anglo-Saksonan ve hatiye çêkirin

29-05-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Alîkarê Serokê Komîteya Pêwendiyên Navneteweyî yê Rûsyayê Alexey Chepa ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw
Alîkarê Serokê Komîteya Pêwendiyên Navneteweyî yê Rûsyayê Alexey Chepa ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Alexey Chepa Pirsa Kurd
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Komîteya Pêwendiyên Navneteweyî yê Parlamentoya Rûsyayê Alexey Chepa ragihand ku pirsgirêka Kurd ji aliyê Anglo- Saksonan ve hatiye çêkirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Rûsyayê Kamîz Şeddadî bi Alîkarê Serokê Komîteya Pêwendiyên Navneteweyî yê  Parlamentoya Rûsyayê Alexey Chepa hevpeyvînek taybet pêk aniye.

Aleksey Çepa ji Rûdawê re behsa helwesta Moskowayê ya li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên Moskowa û Şamê kir.

Aleksey Çepa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û rewşa Sûriyeyê wiha got:

“Ti lawazbûna pêwendiyan di navbera Moskowa û Şamê de tune.

Wekî nimûne, beriya bi demeke nêzîk hêzên me yên li Sûriyeyê bi hêzên çekdar ên Sûriyeyê re tevgereke serkeftî li dijî DAIŞê pêk anî.

Bi nêrîna min, bi tenê ji ber alozbûna pevçûnên din ên li Rojhilata Navîn û li Ukraynayê, kêmtir guh didin pirsgirêka Sûriyeyê.

Mixabin ev pirsgirêk dimîne û herwiha pirsgirêka gelê Kurd jî dimîne ku ji aliya Anglo-Saksonan ve beriya bi çendîn salan bi awayekî sunî hatibû çêkirin.

Ew pirsgirêk, bi nêrîna min, heta radeyeke dişibe pirsgirêka gelê Filistînê.

Ew pirsgirêk, bi taybetî hatibû çêkirin, da ku di demeke pêwîst de karibin pê kaosekê û pevçûneke li hin herêman derxin, da ku karibin bandorê li wê pevçûnê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst