Polîsê George Floyd kuşt hat girtin

29-05-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka George Floyd Derek Chauvin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê polîsê ku pêr êvarî li Minneapolîsê, çoka danî bû li ser stûyê George Floyd ê 46 salî ew kuştibû, derbarê wî de biryara zîndanîkirinê hat dayîn.

Li Amerîkayê, George Floyd ê reşik, li ser gumana  xapandinê, ji aliyê polîsan ve hatibû desteser kirin û polîsê bi navê Derek Chauvin çoka xwe dabû ser sitûyê wî û piştî demekî ku çoka polîs li ser sitûyê Floyd mabû, jiyana xwe ji dest dabû.

Rêvebirê Beşa Ewlehiya Xelkê li Minnesotayê John Harrington ragihand ku Derek Chauvin bi tohmeta kuştî George Floyd, hat zîndanîkirin.

Serdozgerê Herêma Hennepinê Mike Freeman jî diyar ku ku ew dê li gor saet herêmî 13.00 derbarê biryara zîndanîkirina Chauvinê de civîneke rojnamevanî saz bike û li ser tohmet û cezayê Chauvinê de zanyariya bide.

Polîsan Roja Çarşemê 27ê Gulanê  êvarê li Mînneapolîsê George Floyd ê 46 salî li ser gumana  xapandinê desteser kiribûn, polîsê bi navê Derek Chauvinê çoka xwe danîbû ser stûyê wî û li ser wê yekê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim". Polîsan ew pişt re bo nexweşxaneyê veguehstin, lê tevî hemû midexaleyan ji mirinê rizgar nebibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst