Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Nêçîrvan Barzanî re serkeftin xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û jê re hêviya serkeftinê di erkê nû de xwest.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber vê peywendiya telefonî û pîrzbahiyê spasiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir.

 

Di vê peywendiya telefonî de herdu aliyan tekezî li ser berdewamî û pêşxistina peywendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.

 

Her îro Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus di bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê de ragihandibû: “Tekez me peywendiyeke nêzîk li gel wî hebûye dema ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû. Me bi hev re li ser çend babetên giring kar kiriye, me hemahengî hebûye di warê ewlehiya navçeyê, çaksaziya aborî û asayîkirina peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de. Bi bawerî ve em dibêjin, weke hevbeşekî me yê giring di van karên giring de dimîne û em jî pîrozbahiyê lê dikin.”

 

Roja Sêşemî 28ê Gulana 2019ê, Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê civiya û navê 5 berbijêrên ji bo wê postê xiste dengdanê ku di encama dengdaneke aşkere de, berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengên parlamenteran weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.