Detroit a Amerîkayê û Duhok dibine destexwişk

29-04-2023
RÛDAW
Detroit a Amerîkayê û Duhok dibine destexwişk
Detroit a Amerîkayê û Duhok dibine destexwişk
A+ A-

Detroit (Rûdaw) – Bajarê herî mezin ê eyaleta Michigan a Amerîkayê Detroit bi Duhok a Herêma Kurdistanê re dê bibe destexwişk.

Şandeke Herêma Kurdistanê bi Odeya Bazirganî ya Keldanî-Amerîkî re destexwişkbûna bajarên Detroit û Duhokê gotûbêj kir.

Şanda Herêma Kurdistanê ya ku ji Parêzgarê Duhokê Elî Teter, Serokê Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazyê ya Duhokê Eyad Helîm û Parlamentera Kurdistanê Rubine Umlik pêk dihat, roja Înê 28ê Nîsana 2023an bi nûnerên Odeya Bazirganiyê ya Keldanî-Amerîkî re li bajarê Detroit a Michiganê civiyan.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Nûçegîhanê Rûdawê Diyar Kurde re got, “Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de biryara destexwişkbûna Duhok û Detroitê were îmzekirin.”

Teter diyar kir ku di hevdîtinê de projeyên ku dê ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Keldanî-Amerîkî ya li Herêma Kurdistanê ve bên meşandin jî hatine gotûbêjkirin.

Serokê Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî jî got, “Tê plankirin ku di mehên pêş de 2 şandên mezin ên bazirganiyê yên Amerîkayê dê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin.”

Şukrî anî ziman, “Herêma Kurdistanê hemû amadekarî kirine ji bo hêsankirina veberhênanên kompanyayên Amerîkî ji xeynî projeyên neftê.”

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî diyar kir ku deriyên wan ji kompanyayên ku dixwazin veberhênanê bikin re vekiriye û got, “Kompanyayên Amerîkî li Herêma Kurdistanê 125 milyon dolar di projeyên ji xeynî neftê de veberhênan kirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst