Kurdên li Sûdanê ji Serok Barzanî daxwaza alîkariyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li wîlayeta Kesela li rojhilatê Sûdanê hejmarek malbatên Rojavayê Kurdistanê asê mane. 3 Welatî ji wîlayeta navborî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn. Wan di rêya Rûdawê re daxwaza alîkariyê kir da ku ji Sûdanê bên derxistin. Enwer Mistefa got, “Em ji cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji Herêma Kurdistanê dixwazin ku vî miletî ji vir derxin.”

Hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê li wîlayeta Kesela li rojhilatê Sûdanê ne. Dîmen nîvroja pêncşemê hatine kişandin û ji bo Rûdawê hatine şandin.

Enwer Mistefa, welatiyekî ji Kobanî ye û li Kesela asê maye. Ew ji Rûdawê re behsa rewşa malbatên kurd li wê wîlayetê dike.

Welatiyê Rojava li Sûdanê Enwer Mistefa got, “Em ji we dixwazin ku hûn me ji vir derxin, gelekî zehmet e, xelk perîşan e. Em ji cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji Herêma Kurdistanê dixwazin ku vî miletî ji vir derxin.”

Mistefa Elî,  welatiyekî din yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew jî li heman wîlayetê asê maye.

Welatiyê Rojava li Sûdanê Mistefa Elî jî anî ziman, “Ez ji wir di du rojan de rê hatim û gihîştim Keselê. Em 15-20 mal li vir in. Zarok bi me re hene, em dixwazin hûn alîkariya me bikin.”

Ferîde Ezam Sîno, bi sedan çûbû Sûdanê. Lê ew jî nikare vegere nav kesûkarên xwe.

Welatiya Rojava li Sûdanê Ferîde Ezam Sîno got, “Min mal û zarokên xwe terikandin, keça min li şûna min maye ez nikarim herim. Min deh sal in zarokên xwe nedîtine, ez hatim wan bîbinim niha jî nikarim vegerim.”

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê ku ji Rûdawê re axivîne, dibêjin nêzî 300 malbatên Rojavayê Kurdistanê ji Xertûm a paytext derketine û li bajar û bajarokê cuda yên Sûdanê belav bûne. Ew li bendî alîkariyê ne da ku bi selametî ji Sûdanê bên derxistin.