Aliyên siyasî daxwaza piştevanî û beşdariyê ji dengderên derve dikin

29-04-2023
Ferdî Sak
Aliyên siyasî daxwaza piştevanî û beşdariyê ji dengderên derve dikin
Aliyên siyasî daxwaza piştevanî û beşdariyê ji dengderên derve dikin
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dendana dengderên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên li derveyî welat berdewam e.

Li Balyozxaneya Tirkiyê ya bajarê Kolnê yê Almanyayê û ji bo dengderan li 13 nûnertiyên Tirkiyê yên li vî welatî sindoq hatine danîn. Balyozê Tirkiyê dibêje di roja yekem de beşdariyeke zêde ya xelkê hebû.

Balyozê Tirkiyê yê Almanyayê li Kolnê Turhan Kaya anî ziman, “Elqeya zêde ya welatiyên me, me gelek bextewar dike. 13 rojên li pêşiya me welatiyên me nava heftiyê û dawiya heftiyê her roj ji sibe demjimêr 9 heta demjimêr 9 êvarî dikarin bên û dengê xwe bidin.”

Li deriyên sînorî yên li Tirkiye  û Bakurê Kurdistanê û çend balafirxaneyan  jî sindoq hatine danîn. Dengerên derve li wan cihan jî dengê xwe bidin. Aliyên siyasî bang li dengderên derve dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar got, “Em duyem partî ne ku li derveyî welat herî zêde dengan bidestdixin. Armanca me ew e bi piştevaniya we bibin yekem partî. Lê mixabin li derveyî welat rêjya beşdariya hilbijartinê kêm e. ji 2 dengderan tenê yek diçe ser sindoqan. Em hemû jî di wê zanebûnê dene ku yek deng çiqas girîng e.”

Di hilbijartinên dawî de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  û partiya wî rêjeya herî zêda ya dengên dengderên derve bidestxistibûn. Berpirsên AK Partiyê vê care jî ji dengên derve bi hêvî ne.

Navenda Hevhangiyê ya Hilbijartinên Derve ya AK Partiyê Muhammed Fatih Toprak Serokê anî ziman, “Em pêşbînî dikin ku dê rêjay beşdariyê di van hilbijartinan de gelek zêde bibe. Eleqeyeke ciddî ya welatiyên me heye. Welatiyên me yên li derve dijîn jî sûdê digihînin  avakirina siberoj û demokrasiya Tirkiyê. Ez gelek spasiya wan welatiyên me dikim ku dengê xwe  didin.”

Di hilbijartinên dawî yên Parlamenteriyê de AK Partiiyê  ji sedî 52.8ê,  HDPê  ji sedî 17.1,  CHPê  sedî 15.9ê, MHPê ji sedî 7.8 û  ÎYÎ Partiyê jî ji sedî 3.6  dengên derve bidesxistbûn.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo zêdekirina dengên partiya xwe yên derve bang li dengderan dike û çend sozên wî hene.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got, “Em pirsgirêkên we jî dizanin. Çareseriyên me amade ne. ji bo ku li parlamentoya tirkiyê nûnertiyeke we ya bihêz bê kirin, em dê bazneya hilbijartinê ya derveyî welat pêkbînin. Wate hûn dê bixwe di nava xwe de parlamenterên xwe hilbêjirin û bişînin parlamentoyê.”

3 milyon û 416 hezar û 98 dengderên derve yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  hene. Dengderên derve heta 9ê Gulanê dikarin li balyozxane û konsolxaneyan dengê bidin. Li balafirxane û deriyên sînorî jî dengdan heta 14ê Gulanê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst