Çekdarekî DAIŞê li Kanadayê tê dadgehkirin

29-04-2022
RÛDAW
Nîşan Kanada Çekdarê DAIŞê Hussein Borhot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê Kanada yê bi navê  Hussein Borhot bi tohmeta endamtiya DAIŞê, ji aliyê dadgeha Queen’s Bench a Kanadayê ve roja pêncşemê bi endamtiya DAIŞê hat tohmetbarkirin.

Li gorî dadgehê Borhot ê 36 salî di 2014an de bi rêya Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibû û bi taybetî  ji 9ê Gulanê ta 7ê Hezîrana 2014an tevî DAIŞê bibû û di çalakiyên DAIŞê de beşdar cih girtibû û xelk revandibû.

Di heman salê de ew vegeriyabû Kanadayê, piştre Polîsên Kanada bi hevahengî li gel FBI û Wezareta Berevaniya Amerîkayê li dijî wî lêkolîn destpê kiribûn û piştre di 2020an de ew desteserkiribûn.

Di dema lêkolînên li gel wî de Borhot itiraf kiribû ku wî rahênanên leşkerî li ser qenasê wergirtibûn dema ew li Sûriyê bû, herwiha gotibû ku li gundekî Sûriyê ligel hejmarek ji çekdarên din ên DAIŞê wan çend çekdarên opozisyona Sûriyê revandibûn.

Dadgeha Queen’s Bench dadgehkirina Hussein Borhot bo meha bê paş xist daku biyara xwe ya dawiyê di heqê wî de bide. Herwiha dadgehê biryar da ku ew niha bê berdan bi mercên ku bazinê şopandinê di lingê wî de be, nikaribe daxwaza geşta bo derve bike herwiha nikaribe her corekî ji çekan bikar bîne, ta ku dadgeh biryara xwe ya dawiyê derbarê wî de dide di meha bê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst