Li Îspanyayê di hilbijartinên parlementoyê de Partiya Sosyalîst biser ket

29-04-2019
Loloxan
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îspanya Partiya Sosyalîst
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina Parlementoya Îspanyayê birêve çû û li gor encaman Partiya Sosyalîst di hilbjartinê de biser ket û 6 milyon û 990 hezar û 379 deng bidest xistin, wate ji sedî 77.28ê dengan ku dike 122 kursiyên parlementoyê.

 

Berdevka Hikûmeta Îspanyayê Isabel Sella encamên hilbijartinan eşkere kir û got: “Partiya Sosyalîst di hilbjartinê de biser ket, 6 milyon û 990 hezar û 379 deng bidest xistin, wate ji sedî 77.28ê dengan ku dike 122 kursiyên parlementoyê, ku yekem e di hilbijartinê de, 37 kursî zêde kirine, duyem jî Partiya Gel e, ku 4 milyon û 57 hezar û 500 deng bidest xistine, ku dike ji sedî 16.7ê dengan, wate 65 kursiyên parlementoyê lixwe digire.”

 

Serokê Partiya Sosyalîst, ku serokwezîrê Îspanyayê ye jî, bi encamên hilbijartinê gelekî kêfxweş e û dibêje  di 4 salên bê de ew yek ji xelkê Îspanyayê re baş dibe.

 

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez diyar kir: “Partiya Sosyalîst di hilbijartinê de yekem bû, bi vî rengî siberoja Îspanyayê biser ketiye. Ez dixwazim sipasiya zêdetirî 7 milyon û 300 hezar kesên Îspanî bikim, ku dengên xwe dane me daku 4 salên bê serokatiya welat bikin.”

 

Partiya Sosyalîst nikare bi tena xwe hikûmetê pêk bîne û divê hevpeymaniyê li gel partiyên din bike, herwiha wek salên berê piştî hilbijartinan, dibe ku pêkanîna hikûmetê demek dirêj bixwaze.

 

Encamên hilbijartinên Îspanyayê amaje bi derketina partiyek rastrew jî li welat dide, ew yek jî piştî bihêzbûna pêgeha partiyên rastrew li hinek welatên din yên Ewropayê çêbû. Partiya VOX karibû ji sedî 10ê dengan bidest bixe, û serokekî jî hilbijêre, ev yek jî destpêka kar û projeya wî ye.

 

Serokê Partiya VOX Santiago Ababaskal dibêje: “Va ye em li vê derê ne, li gel 24 parlementeran, bi rastî mucîzeyek çêbûye, û em gihandine vê derê. Lê ev tenê destpêk e. Em di pêşveçûna xwe de bêyî ku ji kesekî an tiştekî bitirsin berdewam dibin, ji bo Îspanyayê berdewam dibin.”

 

Tê çavrêkirin, di rojên bê de, danûstandin di navbera partiyên serkeftî de bi armanca pêkanîna hikûmeta nû ya welat destpê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst