Li Kubayê firokeya rêwiyan ket: 39 mirî

Navenda Nûçeyan – Li welatê Kubayê firokeya rêwiyan kete xwarê.

 

Li rojhilatê Kubayê, firokeya cûreya Antonov AN-26 a Hêla Esmanî ya Aerogaviota ji Firokexaneya Baracoa rabû esmanan û li devera Pinar del Rio kete xwarê.

 

Li gor agahiyên destpêkê 39 rêwiyên firokeyê jiyana xwe ji dest dane.