NEPAL- Piştî 22 seatan ji bin axê sax derket

Navenda Nûçeyan- Li Nepalê û piştî 22 seatan ji erdheja ku li wî welatî qewimî, zarokek 4 mehî ji bin ax û xaniyê xerabûyî derket.

Roja 25ê Nîsanê erdhejek bi pileya 7.9 li welatê Nepalê qewimî û di encamê de bi hezaran kes di bin dîwar, xanî û axê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha gellek jî hatin rizgarkirin û heta niha karê geranê li kesên zindî berdewam dike.

Li wî welatî zarokeke 4 mehî piştî 22 seatan sax ji bin ax û keviran hat derxistin û wêneyên wî li ser Facebookê hatine belavkirin.

Herwiha hat ragihandin ku, leşkerên Nepalê li kesên zindî digeriyan, li cihekî dengê zarokekî hat û wan jî xwestin wî zarokî rizgar bikin, lê piştre deng nema jê hat û difikra wan de ew jî mir lewma dest ji geranê berdan, lê piştî çend seatan dîsa dengê giriyê wî hat û bi rêya dengê wî cihê wî nas kirin û ew rizgar kirin.