Kameraya xwe danî û zarokek emeliyat kir

 

Navenda Nûçeyan - Peyamnêrê CNN yê li Nepalê ku di heman demê de doktore zarokek emeliyat kir.

 

Peyamnêrê CNN yê bi navê Dr. Sanjay Gupta ji bo ragihandina nûçeyên erdhejê li Katmandu bû. Dema dît ku zarokeke birîndar birin nexweşxaneyê û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, kamera xwe danî û yekser amadekariya xwe kir û kete emeliyata wî zarokî.

 

Li gorî Independentê, peyamnêrê CNN yê beşa tendurustî Dr. Sanjay Gupta ji bo çêkirina nûçeyekê diçe nexweşxaneya bi navê Katmandu Bir û dibîne ku zarokeke 15 salî bi navê Sandhiya Chalise bi birîndarî tê wir.  Chalise di bin dîwarekî giran de maye û xwîn ketiye ser jora mêjiyê wê.

 

Peyamnêr Gupta ku di heman demê de li nexweşxaneyeke Atlantayê cerahê mêjî ye biryarê dide ku têkeve emeliyatê.

 

Gupta dide zanîn ku pêwîstiya Nepaliyan bi doktor û dermanan heye.

 

Zaroka ku hatiye emeliyatkirin, niha di rewşeke baş de ye û malbata wê jî hatiye dîtin.

 

Roja şemiyê li Nepalê erdhejek pêk hat û heta niha di encam de zêdetirî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest daye.






 Dr. Sanjay Gupta