Rasîm Ozan Kutahyali: Azadiya Demîrtaş girêdayî hilbijartinên Stenbolê ye

Nivîskar û rojnameger Rasîm Ozan Kutahyali ragihand, “Heger Meral Daniş Beştaş li Stenbolê ji sedî 9-10ê dengan bistîne dê pêvajoyeke nû dest pê bike.”

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê 2 roj man û partiyên siyasî jî bangeşeyên xwe yên dawî dikin û daxwazê ji dengdêran dikin roja yekşemê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Nivîskar û rojnameger Rasîm Ozan Kutahyali ku demeke di medyaya Tirkiyeyê û torên civakî de behsa hilbijartinan dike bû mêhvanê Bultena Bakur a ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Nivîskar û rojnameger Rasîm Ozan Kutahyali li ser hilbijartinan anî ziman:

“Heger Meral Daniş Beştaş bigihêje ji sedî 9ê dengan dê 3 pêşhate çêbibin. Vê yekê li Tirkiyeyê kesek bi tena serê xwe nabêje.”

Nivîskar û rojnameger Rasîm Ozan Kutahyali herwiha da zanîn:

“Ya yekem dê tecrîda li ser Îmraliyê rabe, Buroya Asrin a Hiqûqê dê bikare bi Ocalan re hevdîtinan bike.

Duyem dê Selahattîn Demîrtaş, siyasetmedarên Kurd û tevî Osman Kavala ji girtîgehê derkevin.

Ya sêyem jî li ser şaredariyên Kurdan qeyûm neyên danîn.”

“Di nav DEMê de jî tevlîheviyek heye”

Rûdaw: Ez hema yekser wiha bipirsim. Hûn zêdetir girîngiyê didin hilbijartinên bajarê Stenbolê. Heta vê kêliyê şansê kîjan aliyê li bajarê Stenbolê heye ku bi ser bikeve. CHP yan AK Partî?

Rasîm Ozan Kutahyali: Niha di şerê di navbera Tirkan de kî bi ser dikeve ez wê nizanim. Ez bawer im alî gelek nêzîkî hev in. Lê min di vê mijarê de eger we bala xwe dabe ne li ser Ekrem Îmamoglu ne jî li ser Murat Kurum nerîna xwe diyar nekiriye. Heta min bi pêdagirî digot divê hemû Kurd di şerê di navbera Ekrem Îmamoglu û Murat Kurum de bêalî bin. Helbet ev ne nerîna min e. Ez di wê baweriyê de me di nava 5 salan de derket holê ew nerîna ku Abdullah Ocalan sala 2019an di nameya xwe digot çiqas rast e. Dema wê rojê ew name hat helbet hinek tiştên eletewş çêbûn. Name hat lê Buroya Hiquqê ya Asrin (ofîsa parêzerên ku doza Abdullah Ocalan dişopînin) bawerî bi kesê ku name aniye neanîn. Careke din çû û tevlîheviyek çêbû.

Bi nêrîna min li wê derê li ser navê Tirkiyeyê jî hinek xemsarî çêbûn. Di esasê xwe de ew nameya ku dikaribû van 5 salên dawî yên Kurdan rizgar bike ji ber sedemên cuda nehat weşandin û bicihkirin. Abdullah Ocalan di wê nameyê de çi digot? Digot “Bila em Kurd di şerê di navbera Kurdan de bêalî bin. Dema em dikevin şerê di navbera Tirkan de û wekî Kurd di şerê di navbera Tirkan de dibin alî  di dawiyê hertim em lêdanê dixwin û zilmê em dibînin. Wekî gelê Kurd jî em wê zilmê dikişînin.” Wiha jî bû. Dîsan wiha bû. Ekrem Îmamoglu bi saya Kurdan hat hilbijartin lê dema ku Kurdan gelek êşên mezin dikişandin wî tweet avêtin. Ji bilî wê tiştekî din nekir. Min beriya vê hilbijartinê ji şêwirmendê herî nêzîk ê Ekrem Îmamoglu ev tişt pirsî. Min got eger we careke din bi saya Kurda qezenc bike wê demê nêzîkatiya hinekî wiha bû beriya 2 mehan.

Ya rast beriya pêngava Selahattîn Demîrtaş a Başak Demîrtaşê (Başak Demîrtaş wê demê dixwest bibe berbijêra Stenbolê) min got eger sibe li Amedê qeyûm li ser şaredariyê bê danîn Ekrem Îmamoglu dê çi bike? Got dê protesto bike. Protestokirin tê çi wateyê? Ma dikare biçe Amedê û 2 milyon kesan li wir kom bike? Got na tiştekî wiha ne pêkan e. Got dewleta Tirk heye û em nikarin tiştekî bikin. Madem hûn nikarin tiştekî bikin van Kurdan hûn çima anîn vê Stenbolê birayê min? Ji ber vê yekê jî hişyariya Ocalan ev bû.

Selahattîn Demîrtaş jî 5 sal piştre hat ser xeta Abdullah Ocalan. Ez wiha difikirim ku pêngava wî ya Başak Demîrtaşê jî ew bû. Û Meral Daniş Beştaş jî dibe ku berbijêreke bihêz be. Bi rastî ez bi vê yekê re mijûl dibim, dengên ku Meral Daniş Beştaş divê bistîne derdora ji sedî 9 heta 10 in. Ji ber ku li Stenbolê dengên Kurdan a rast dengên DEMê ji sedî 9 heta 10 in. Niha eger ev bibe ji sedî 3 heta 4 tê wê wateyê ku derdora ji sedî 5 heta 6 çûne ji bo Ekrem Îmamoglu. Ji wê kêliyê û pê ve ez bi mixabînî ve dibêjim DEM Partiyê ti hikmekî wê li Tirkiyeyê namîne. Ti hikmekî wê namîne. Heta 2028an tevî hemû dengên wê û parlamenterên wê dê bi temamî tine bên hesibandin. Hevsengiya 2028an jî em dê wê cuda li ser biaxivin. Li wê derê tiştekî gelekî cuda heye. Kurd li wê derê nabin.

Mixabin ez vê yekê bi şermînî dibêjim. Ji ber vê yekê hilbijartinên Stenbolê hatine xalekî wiha ku ji bo Kurdan meseleyeke jiyanî ye. Di vê proseyê de di ew peywendiyên ku min jî kirine de ez hatim xalekî taybet. Min li ser navê xwe jî risk wergirt û got eger Meral Daniş Beştaş bigihe ji sedî 9ê dengan dê ev 3 pêşhate çêbibin. Vê yekê li Tirkiyeyê kesek bi tena serê xwe nabêje. Hûn dizanin li Tirkiyeyê mirov diqewirînin eger kesek bi serê xwe tiştekî wiha bibêje. Min got 3 pêşhat dê bên. Ya yekem dê tecrîda li ser Îmraliyê rabe. Bûroya Asrin a Hiqûqê dê bikare ligel Ocalan hevdîtinan bike. Duyem dê Selahattîn Demîrtaş, siyasetmedarên Kurd û tevî Osman Kavala ji girtîgehê derkevin. Ya sêyem jî li ser şaredariyên Kurdan qeyûm nayên danîn. Helbet ev yek bûn sedema nîqaşan. Ez li gelek cihan axivîm lê ya ku ez fam dikim di nav DEMê de jî tevlîheviyek heye.

"Hevseroka DEM Partiyê dê piştevaniya Ekrem Îmamoglu bike"

Rûdaw: Hûn vê yekê ji ber xwe ve dibêjin birêz Kutahyali? Ev yek texmîna we ye yan zanyariyek e ku kesekî ji we re gotiye? Kesekî ji nav dewletê ji we re gotiye yan hûn texmîna xwe dibêjin?

Rasîm Ozan Kutahyali: Mijara sê madeyan, ne texmîna min e. Zanyariyeke zelal e. Yên mayî nerînên min in. Wekî mînak li gorî nerîna min a şexsî xwezî îro şandeyek biçe Îmraliyê û nerîna Abdullah Ocalan wergire lê ev yek nerîna min a şexsî ye. Di tiştekî wiha xuya nake. Piştî tevlîheviya 2019an ti hewildaneke dewletê ya wiha jî nîne. Mixabin encama wê (2019an) eletewşiyeke mezin çêbû.

Ez behsa çûyîna Alî Kemal Ozcan dikim. Ez piştî wê nabînim lê bi nêrîna min divê şandeyek biçe Îmraliyê. Bi nêrîna min divê em bizanin ka Abdullah Ocalan çi dibêje. Ji ber ku ewqas dengderên DEMê li Stenbolê hene. Heta derdora 12-13an jî derketiye. Her sê yên din (3 made) zanyariyên zelal in. Ji xwe min ev yek çend caran jî gotiye. Ti kesekî jî negot ev yek derew e lê dixwazim vê yekê jî bibêjim di nava dewleta Komara Tirkiyeyê de demarekî wiha heye ku qet girîngiyê nade hilbijartinên Stenbolê û dibêjin bila Ekrem Îmamoglu bi ser bikeve û dibêjin bila hevpeymaniya CHP û DEMê berdewam bike. Demarek wiha heye ku dibêjin ev yek bi kêrî karê me tê. Ew aliyên ji vê demarê jî hene ku ez nas dikim û ligel wan diaxivim. Herwiha burokrasiyeke wiha jî heye ku ji danîna qeyûman razî ye. Kî bê hilbijartin bila bê hilbijartin dê meha Nîsanê qeyûm bê danîn. Em vê yekê dizanin eger Meral xanim (Meral Daniş Beştaş berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê) li derdora ji sedî 3 heta 4an bimîne wê demê jixwe Ekrem Îmamoglu dê bi ferq bi ser bikeve. Eger qeyûm hatin dê çi bibe? Dê careke din yek-du tweet bên avêtin.

Li Tirkiyeyê axaftin jî li ser nayê kirin û dê jiyan berdewam bike. Yanî êdî Kurd di şanoya siyasî ya Tirkiyeyê de dê bibêjin rawest e yan na? Mesele ev e. Ez ji ber wê yekê daxuyaniyên Leyla Xanimê (Leyla Zana) bêhempa dibînim. Leyla Zana, wekî Tirkekî ne hedê min e lê bi rastî jî gelekî diparêze. Gelê Kurd bi can û dil diparêze. Ez Meral Daniş Beştaşê jî di vê keşûhewayê de dibînim. Min Selahattîn Demîrtaş jî di vê keşûhewayê de dît lê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî neda. Çi çêbû û qewimî ew tiştekî ku korîdorên siyasî yên Kurdan baştir dizanin lê hevseroka DEM Partiyê (Tulay Hatîmogullari) ku ne Kurd e ragihand ku dê piştevaniya Ekrem Îmamoglu bike. Yanî hevseroka giştî ya partiya Meral Xanimê ku dibêjin pêkhate ye mixabin niha em li semta Cîhangîra Stenbolê ne zimanê çepgirên Tirk ên li cîhangîrê Kurd mehû kirin. Ez bawer im Kurdên li 4 welatan jî li me temaş dikin rewş wiha ye.

"Dê Erdogan çareser bike"

Rûdaw: Birêz Kutahyali te behsa dûbendiyekê kir, di nav dewletê de. Te got dûbendiyek heye. Aliyek dixwaze û aliyek jî naxwaze. Di nava DEM Partiyê de jî her ew dûbendî tê dîtin?

Rasîm Ozan Kutahyali: Wiha bibêjim di nav dewletê de dûbendî nîne. Di nav dewletê de hêza sereke li Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e. Ez dixwazim vê yekê bibêjim hemû temaşevanên me yên Kurd ku di dîroka 150 salî ya Tirkiyeyê de ne Siltan Ebdulhemîd, ne Mustafa Kemal Ataturk ne jî kesekî din bi qasî Recep Tayyîp Erdogan bihêz bû. Em di dîroka 150 salên dawî ya Tirkiyeyê de rûbirûyî serokê herî bihêz ê Tirkiyeyê ne. Ez dixwazim bibêjim ku giraniyeke şexsî ya Recep Tayyîp Erdogan heye.

Pirtûkeke Abdulah Ocalan hebû di salên 90an de “Ez Li Mixetabekî Digerim”. Qralê wî mixetabî îro li Tirkiyeyê ye û Recep Tayyîp Erdogan e. Eger ev mesele, meseleya Kurdan bê çareserkirin. Ji ber wê ez bi Leyla Zanayê re me. Li gorî min jî eger meseleya Kurdan bê çareserkirin dê Erdogan çareser bike. Ji bilî wê dewleta Komara Tirkiyeyê koalîsyoneke 4 alî dibîne. Pêkhateyeke 4 alî. Nijadperest, alîgirên Ataturk, Îslamî û Muhafazakar. Wate 4 alî. Wate li Tirkiyeyê ew aliyên ku tê zanîn dijberê hev in bi hev re îdareyeke dewletê çêkirine û em dibînin bi hev re rejîmeke siyasî çêkirine. Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayekî takekesî jî serokdewletekî gelekî bihêz e û li ser vê pêkhateya 4 alî ye. Devlet Bahçelî  gelekî girîng e. Lê di xala Dewlet Bahçelî de jî min bi pêdagirî ev yek got: Dewlet Bahçelî wekî prensîb destwerdanê di biryarên îdarî yên Tayyîp Beg de nake. Ez vê yekê wekî nivîskarekî ku Devlet Bahçelî gelekî baş nas dike dibêjim. Ev biryar prensîba Devlet Bahçelî ye. Destwerdanê di biryarên îdarî yên Tayyîp Erdogan de nake. Bi ti awayî. Ji xwe dema şandeyek çû cem Ocalan jî û Osman Ocalan derket ser TRTyê jî Devlet Bahçelî tiştek negot.

Dibêje ew biryara îdarî ya Tayyîp Erdogan e. Tevlî vê tiştê nebû lê helbet di awayê îdeolojîk ê dewletê de ev pêkhateya 4 alî heye. Ji ber wê jî pêvajoyeke nû ya çareseriyê nabe. Ez nikarim derewan ji gelê Kurd re bikim. Îhtimala pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne lê dibe ku nermbûnek çêbibe. Dibe ku keşûhewa aram bibe. Nermbûna keşûhewayê zêdetir ji bo Kurdan tolerans û mûsamahayê û qadeke azadiyê tîne. Ev yek jî bi bêalîbûna Kurdan a di şerê di navbera Tirkan de dibe. Bidawîanîna teqez a hevpeymaniya ligel CHPyê û li gorî min tiştên wekî lihevkirina li ser bajaran wekî ku bi ti awayî bi kêrî Kurdan nayê, bi kêrî CHPyê jî nayê.

Ez ji vê derê jî dibêjim eger Meral Xanim derdora ji sedî 9 heta 10ê dengan bistîne dê kar bê guhertin. Wê demê ev tiştên ez dibêjim derbas nabin. Lê wekî ku niha hemû kompnayayên rapirsiyan ên li Tirkiyeyê dibêjin, Meral Daniş Beştaş ji sedî 4 an 5ê dengan bistîne û Ekrem Îmamoglu bi ser bikeve an jî bi ser nekeve ne gelekî girîng e tenê Meral Daniş Beştaş ji sedî 3 heta 5 bistîne piştî wê ne girîng e kî bi ser bikeve ev yek tê wê wateyê ku Kurd hîn jî piştevaniyê didin CHPyê. Wê demê ez vê yekê dibêjim rastiya Tirkiyeyê ev e ew şaredariyên DEMê yên ji lîsteyên CHPyê jî hatine hilbijartin dê qeyûm li ser wan bên danîn. Dê teqez qeyûm li ser Esenyurtê bê danîn eger CHP bi ser bikeve. Ji ber ku li wê derê berbijêrekî DEMê wekî CHPyî beşdarî hilbijartinan bû. Bi nêrîna min ev wekî stratejî xelet bû.

Ez naxwazim tevlî stratejiya Kurdan bibim û ne hedê min e jî lê ez dixwazim sîstema îro ya siyasî ya Tirkiyeyê ji bo ew Kurdên ku li me temaşe dikin bibêjim. Tirkên me wekî ku ti tiştekî fêm nakin, li gorî min beşeke girîng a Kurdan jî ji Tirkiyeya îro tênagihin. Hîn jî wekî berê hizir dikin ku sîstem sîstema berê ya partiyên ANAP, DYP, DSP û SHPyê di nav de ne. Îro li Tirkiyeyê sîstemeke gelekî cuda heye. Di vî warî de dewelet dabeşî dû aliyan nebûye. Biryara dewletê zelal e. Tayyîp Erdogan çi got? Got îradeya xwe nîşan bidin. Tayyîp Erdogan got bila Kurd îradeya xwe nîşan bidin. Dibêje ka bila em di sindoqan de bibînin hûn dê bidin pey dûvê CHPyê yan jî hûn bixwe dê dengan bi dest bixin? Eger Kurd biçin û deng bidin partiya xwe bixwe û DEM rêjeyeke gelekî bilind a dengan bi dest bixe, wekî ku Leyla Zana dibêje dê bibin aktorên rast.

"Dê tecrîda li ser Îmraliyê rabe"

Rûdaw: Eger roja 31ê Adarê dengên Kurdan li Stenbolê ji sedî 8 heta 9an derbas bikin dê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike? Dê ev yek destê Kurdan bihêz bike wekî ku hûn dibêjin?

Rasîm Ozan Kutahyali: Teqez eger Meral Xanim li Stenbolê ji sedî 9an bibîne, ez dixwazim ji vê derê bangî hemû temaşevanên Rûdawê bikim, eger li Stenbolê ji sedî 9an bibîne, dê serdemeke gelekî cuda dest pê bike. Ev ne pêvajoyeke çareseriyê ye. Ez eşkere dibêjim. Eger ji sedî 9an bibîne, dê tecrîda li ser Îmraliyê rabe. Jixwe îro Leyla Zanayê jî ev yek got. Got ji bo rabûna tecrîda li ser Îmraliyê dengê xwe bidin DEMê. Leyla Xanimê bi vê yekê careke din nîşan da ku siyasetmedarekî mezin û rast e. Selehattîn Demîrtaş jî heman tişt gotin lê rawestiya. Bi nêrîna min hatina nameyekê ji wî dê gelek bi bandor bûya.

“Plana îstismara Kurdan a Ekrem Îmamoglu”

Rûdaw: Birêz Kutahyali ev yek, rabûna tecrîdê li Îmraliyê pirsa Kurdan çareser nake. Rabûna tecrîda li ser Îmraliyê bi tena serê xwe pirsa Kurdan çareser nake. Pirsa Kurdan ne tenê meseleya tecrîdê ye. Di meseleyên din de jî dê guhertin hebin? Wekî mînak dê destûr were guhertin? Dê zimanê Kurdî serbest bibe û bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê? Ev mafên bingehîn in. Dê ev yek çareser bibin?

Rasîm Ozan Kutahyali: Ez ji bo wan tiştên ku hûn dibêjin nikarim derewan bikim lê ev pêvajo destpêkek e. Eger tecrîda li ser Îmraliyê rabe û qeyûm li ser şaredariyan neyên danîn û Selahattîn Demîrtaş derkeve derve dibe destpêkek. Piştî ku ev çêbûn dê Ocalan daxuyaniyekê bide û dê Tirkiye jî li gorî vê tevbigere. Em nizanin heger rêyên siyasî vebin dê guhertin çêbibin. Divê em vê rastiyê jî qebûl bikin. Min ev tişt anî ziman, parlamenterekî DEMê ji min re got, bi xwe nikare bibêje li ser medyayê, ji aliyê me Kurdan ve rewş wiha ye, Tirkiye me Kurdan yan dê wekî Brîtanya Qibrisê îdare dike bi rê ve bibe, yan dê wekî Fransa Cezayîrê îdare dike yan jî dê wekî Belçîka Kongoyê îdare dike bi rê ve bibe. Min got ev mînakeke balkêş e, ez navê te nadim lê ez ê bibêjim. Got rewşa me ev e, me di pêvajoya aştiyê de derfeta mezin ji dest da û şibande van her sê mînakan.

Wekî ku hûn jî dizanin rêveberiya Brîtnyayê ya li Qibrisê nerm e lê dîsa jî mêtingerî ye, rêveberiya Belçîkayê ya li Kongoyê karesat e û rêveberiya Fransayê ya li Cezayîrê jî zalim e lê di navberê de ye. Ev jî nêzîkatiyeke balkêş bû. Di bin van şert û mercan de divê em li ser vê bifikirin lê îro wekî mînak AKP, CHP ev gotinên vala ne. Îro li Tirkiyeyê AKP, CHP nîne, li Tirkiyeyê dewleta Komara Tirkiyeyê heye. Dewlet heye û li ser wê dewletê jî bi rastî 150 sal in ku nehatiye dîtin rêberekî gelekî bihêz heye, ez vê bi awayekî objektîf dibêjim. Ji Tayyîp Erdogan hez bikin yan mekin, biecibînin yan neecibînin, hûn çi dibêjin bibêjin, pesnê wî bidin yan xirab bikin lê rêberekî wiha heye. Dewletekî gelekî bihêz heye, ji dema Ataturk û Siltan Ebdilhemîd jî bihêztir e. Di van şert û mercan de Kurd çiqasî bêalî bin, çiqas di navbera AK Partî û CHPyê de rêya sêyem hilbijêrin dê baş bibe. Heger stratejiya rêya sêyem bi ser bikeve hinek tişt dê biguherin.

Niha wisa diyar e ku di sindoqan de ev dê diyar nebe. Hinek dibêjin rêya sêyem lê DEM dê ji navê parçe bibe û dengên demê ji ya ku tê hêvîkirin gelekî kêmtir bibe, CHPyî û alîgirên Ekrem Îmamoglu her tim vê dibêjin, wê demê ez dê gelekî xemgîn bibim û tiştekî ku em bikin namîne. Wê demê em dê tenê temaşeyî bûyeran bikin. Niha mijara operasyona li Îraq û Sûriyeyê, li Tirkiyeyê li ser tê nivîsandin, amadekarî hene, di medyaya dewletê de wekî Tevgera Bejayî ya Qendîlê gelek nivîs derdikevin. Ez vê jî dibînim li Tirkiyeyê medyaya mixalif jî ya dewletê ye, divê Kurd vê bizanin. Li Tirkiyeyê tiştekî medyaya mixalif nîne. Ji bo vê ez nikarim tiştekî wekî erê dibe yan dê nebe bibêjim.

Ev di bin desthilatdariya Komara Tirkiyeyê de ye lê heger Meral Daniş Beştaş ji sedî 9an bi dest bixe, heger Kurd li derveyî şerê AK Partî û CHPyê dengê xwe bidin DEMê, yanî dengên DEMê gelekî zêde derkevin û bi ser de li Stenbolê plana îstismara Kurdan a Ekrem Îmamoglu, erê ez binê vê xêz dikim, plana îstismara Kurdan a Ekrem Îmamoglu ku serkeftî nebe piştî wê ji ber ku Selahattîn Demîrtaş dê derkeve derve, ji ber ku parêzer kengî bixwazin dê biçin cem Ocalan bi gotinên wan dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike. Pêvajoyeke nû heger ew biaxivin dê bibe, ew niha naaxivin, ji Ocalan jî deng nîne, ji Demîrtaş jî deng nîne. Ocalan ji ber ku parêzer nikarin biçin ji xwe nikare biaxive, Demîrtaş nizanim çima bi xwe naaxive û piştî wê em nikarin guherîna hinek tiştan bikin. Ji bo guherîna hinek tiştan destpêkê divê 31ê Adarê Kurd hemû, bi taybetî Kurdên Stenbolê piştgiriya Meral Daniş Beştaşê bikin.