‘Mîrê Hilbijartinan’ 238 caran bû namzed: ‘Biserneketin kêfxweşî ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Padmarajanê Hindistanî heta niha 238 caran bûye namzed û bi ser neketiye.

36 sal in di hemû hilbijartinan de têk diçe û xwe amade dike û meha nîsanê careke din winda bike.

Navê wî “Mîrê Hilbijartinan” e û hevalên wî jî dengê xwe nadinê.

Mîrê Hilbijartinan 65 salî ye û ew ji sala 1988an ve ji bo ku bibe parlamentarê wilayeta Tamil Naduyê 238 caran bûye namzed.

“Serkeftin hewldan e”

 Li gorî wî “Serkeftin hewldan e” û “Biserneketin kêfxweşî ye”.

Li Hindistanê dê hilbijartin 19ê Nîsanê werin kirin û Padmarajan careke din namzed e.

Mîrê Hilbijartinan her ku bi ser nakeve hewldanên xwe zêdetir dike û li deverên cuda yên Hindistanê dibe namzed.

Mîrê Hilbijartinan heta niha ji aliyê aborî ve jî gelekî xesiriye lê armanc û xema wî ew e ku careke din winda bike.

Padmarajan heta niha herî zêde 6 hezar û 273 deng standine lê wê carê jî rekeberê wî 75 hezar deng wergirtine.

“Xelkê ez qebûl kirime”

Mîrê Hilbijartinan li ser vê “serkeftin”a xwe got:

“Ez ne li hêviya rayeke bi tenê jî bûm lê ev tê wateya ku xelkê ez qebûl kirime.

Xelk nikare bi rehetî xwe bike namzed, ez dixwazim ji wan re bibim mînak.”

“Biserneketin kêfxweşî ye”

Padmarajan li ser fikra biserketin û biserneketinê got:

“Ez naxwazim bi ser bikevim, biserneketin kêfxweşî ye.

Dema tu wiha difikirî dilê te rihet dibe.”