Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rûdawê: Em ji pêşketina atomî ya Îranê pir nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got “Em ji pêşketina atomî ya Îranê pir nîgeran in.”

Vedant Patel di bersiva pirsa Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde de ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi biryar e ku Îran nebe xwediyê çekên atomî.

Serfermandarê Dewletên Yekbûyî General Mark Milley got ku eger Îran biryara çêkirina çekên atomî bide, artêşa Amerîkayê gelek bijardeyên leşkerî pêş xistine ku li dijî Tehranê bikar bînin.

Patel li ser vê mijarê got, "Em hîn jî di wê baweriyê de ne ku dîplomasî ya herî baş e ji bo bidestxistina armancên me, lê em ji dil bûn ku hemî vebijarkan li ser maseyê bihêlin."

Vedant Patel, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê û şandina çekan a Îranê ji Rûsyayê re û got “Binpêkirinên mafên mirovan ên Îranê, zextên Îranê û şandina çekan ji bo Rûsyayê, ku ji bo êrîşê binesaziya sivîl a Ukraynayê bi kar tîne, di rojeva me ya sereke de cih digire.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel bal kişand ku ew bawer dikin ku dîplomasî rêya herî baş e ji bo pêşkeftinê û wiha berdewam kir “Ez neçim nav spekulasyonan, lê wek min got peymana nukleerî ne di rojeva me de ye. Dîsa jî, hin amûrên di destê me de hene û em hîn jî di wê baweriyê de ne ku dîplomasî rêya herî baş e. Ev serok, ev wezîr û ev rêveberî bi biryar in ku tu carî rê nedin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî.”