Civîna Stenbolê: Rûsya operasyonên xwe li Kyiv û Chernihiv kêm dike û Ukrayna jî garantoriya 8 welatan dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna îro ya şandên Rûsya û Ukrayanyê ya li Stenbolê bi dawî hat û li gor zanyariyên destpêkê, di civînê de şanda Ukraynayê daxwaz kiriye ku 8 welat di navbera wan de bibin garantor.

Civîna di navbera şandên Rûsya û Ukrayanyê îro li koşka Dolmabahçe ya li Stenbolê bi mêvandariya Tirkiyê destpê kiribû.

Danûstandinên navbera herdu şandan di roja yekem a civînên li Stenbolê de bi qasî 4 saetan dom kir.

Beriya ku herdu şand rû bi rû bi hev re bicivin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi carekê ligel herdu şandan civiyabû. Erdogan ji endamên herdu şandan re got, berpirsyariyeke dîrokî ketiye ser milê we û daxwaz ji herdu aliyan kir ku dawî li şer û trajediyê bînin.

Ukrayna daxwaz kir 8 welat bibin garantor

Seokê Şanda Ukraynayê David Arakhamia derbarê civîna îro ya li Stenbolê daxuyanî da û diyar kir wan daxwaz kiriye 8 welat ku Tirkiye jî di nav de ye, di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bibin garantor.

Ew danûstandkarê Ukraynî da xuyakirin, ger pergala nû ya garantiyên ewlehiyê bixebite, dê Ukrayna bi rewşeke bêalî razî bibe.

David Arakhamia ragihand:

“Li ser garantiyên ewlehiyê lihevkirin çênebû. Em welatên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wek garantor dixwazin. Amerîka, Fransa, Tirkiye, Çîn, Kanada, Polanda. Helbet herêmên Donbas û Luhansk ku niha di bin dagirkeriyê de ne, mijara gotinê ye. Em dixwazin ewlehiya paşeroja Ukraynayê were garantîkirin.

Em dixwazin ev ji aliyê hemû garantoran ve bê dayîn. Garantiyên ewlehiyê yên qanûnî hewce ne. Xwezaya vê yekê ew e ku dişibihe xala 5an a Peymana NATOyê. Divê ev sîstem Ukraynayê ji her êrîşeke leşkerî biparêze.

Ger em karibin bendên bingehîn di peymanê de bi cih bikin, wê demê Ukrayna dê di rewşekê de be ku vê peymanê qebûl bike. Rewşa welatê bêalî dikare were qebûlkirin. Ger garantiyek mîna xala 5an a Peymana NATOyê bê dayîn, destûr nadin baregeheke leşkerî. Tenê di çarçoveya razîbûna garantoran de dê manvorên me hebin. Divê ti bendên ku rê li ber endambûna Ukrayna ya ji bo Yekîtiya Ewropî bigire, tê de nebin û ji aliyê welatên garantor ve bê garantîkirin.

Bi nêrîna me girîng e ku hikûmet bi gel re têkilî deyne. Di bin van garantiyên ewlehiyê de yên ku min behs kir, dê rewşek ewlehiyê ya pir cuda derkeve holê. Pêşî dê referandumek bê kirin û piştî wê erêkirina hemû welatên garantor û Parlamentoya Ukraynayê pêwîst e.

Pirsgirêkên weke Kirimê divê di peymanê de di bin bendên cuda de cih bigirin, û divê paşeroja van herêman di çarçoveya hevdîtinên dualî de bê diyarkirin.

Di nava 15 salan de, ji bo ku di çareseriya pirsgirêka Kirimê de bijardeyên leşkerî di navbera Rûsya û Ukraynayê de neyên danîn, dikare bendek were danîn.

Pirsgirêkên hilawîstî hinekî hatin çareserkirin. Helbet di rewşa awarte de divê ev bên cîbicîkirin. Ez dixwazim balê bikişînim ser belavbûna dezenformasyona li ser medyaya civakî. Ev referandum di rewşa awarte de nayê kirin. Wek ku li vir di xala 52. ya peymanê de jî bi zelalî hatiye diyarkirin, peymanên navneteweyî yên ku di bin ferzkirinê de bin nayên qebûlkirin.

Eger leşkerên Rûs ji axa me vekişin pêvajoyek wiha dikare were birêvebirin. Eger ev rêbaz bikeve pratîkê, ev tê wateya bidawîkirina şer.

Me îro nêrîna xwe ragihand. Em li benda bersivên wan in. Me di bingeh de gavên herî girîng gotin ku em paşde gav navêjin. Em plan dikin ku di 2 hefteyên pêş de welatên garantor vexwînin civînên piralî.

Di çarçoveya danûstandinên li Stenbolê de, biryar e herdu şandên Rûsya û Ukrayanyê sibe Çarşembê jî bi hev re rû bi rû bicivin.”

Şanda Rûsyayê: Civîn avaker bû, operasyon li Kyiv û Chernihiv tê rawestandin

Piştî bidawîbûna civîna navbera herdu şandan, têkildarî naveroka danûstandinên îro şanda Rûsyayê jî daxuyaniyek da medyayê.

Alîkarê Serokê Rûsyayê Vladimir Medinskî û Serokê Şanda Rûsyayê di danûstandinên îro de got, civîna îro wek civîneke avaker bi nav kir û got, “Eger wezîrên derve li hev bikin hevdîtina Putin-Zelensky mimkun e. Me li ser hin xalan li hev kir. Em dê pêşniyarên Ukraynayê bidin ber Putin.”

Operasyon dê li Kyiv û Chernihivê bê rawestandin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihand, “Operasyon dê li derdora Kyiv û Chernihivê ji bo diyalogê raweste.”

Alîkarê Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Fomin ku beşdarî hevdîtinên Stenbolê bû, ragihand wan biryar da ku çalakiyên xwe yên leşkerî yên li ser Kyiv û Chernihivê kêm bikin.

Çavuşoglu: Di hin mijaran de lihevkirin û lihevkirinek hevpar çêbû

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî derbarê danûstandinên Rûsya û Ukraynayê de got: “Îro em kêfxweş in ku di her qonaxê de nêzîkbûna aliyan zêde bûye.”

Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku di hin mijaran da lihevkirin û feraseteke hevpar çêbûye û diyar kir, “Ji destpêka muzakereyan heta îro pêşketina herî watedar çêbûye.”|

Çavuşoglu tekez kir: “Tê pêşbînîkirin ku wezîrên derve yên her du welatan mijarên dijwartir di astên din de gotûbêj bikin.”